Çeto bira!
Seba xatirê Çetin Kılınç
Kî me hanî û danî nav Stenbolê Çeto? Em merûyên hev bûn, me nekanî bibinê hevalê di hev jî Çeto. Va bajara dinê ne merûtî dizane ne jî hevaltî Çeto. Çeto bira ez nizanim ji te re çi bibêjim? Te mirin ji kuderê derxist danî nav min û te Çeto, bira!
Çeto bira, ez nabêm de were. Min rind zanî, ê ku çû qet nayê. Tu dizanî Hesret çû. Cemal çû. Baba çû. Heval û hogirê di min û te çûn. Kes nehat.
Ez mam. Tenê. Bêkes. Va çitan hevaltiyê Çeto bira, te mirin girt paşila xwe, êşa mirinê li ser stuyê min de hişt?
:-(
YanıtlaSil:-((
YanıtlaSil