29 Haziran 2019 Cumartesi

Miriyê ku gorna xwe dixwaze


Ez hatim kuştin lê nemirim. Hînê nemirim. 

Kuştina min zordarî bû lê mirina min mexduriyet nîne. Hun ber min nekevin. Min ra mezelek çêkin. Lê bigerin û gorna min bibînin. Mezela min çêkin.

Ez li pê heyf û tol a xwe jî nînime. Pê welatê me bikevin, pê azadî û serbixweyî ya welêt bikevin, ne li pê heyf û tol a min. 

Ji hêlikî ve ez tev welat bûm, tev ta û guliyên welat, tev têr û tûrên welat, tev av û axa welat, tev ronî û tariya welat. Çi heye, ez naxwazim ku welat bibe gorna min lê bibe bêşîka law û qîzên me, keç û xortên me. Loma hunê mezela min bibinin. 

Ez mirîye bêgorn im. Heta ku we şunda mezela min dît, ber min nekevin, ber xwe bikevin. 

Metirsin. Tirsa mirinê kesî ji mirinê xelas nake. Ez hatim kuştin lê hînê nemirim. Ji kerema xwe re gorna min bibînin ku ez bimirim. Paşê ez xatira xwe ji we dixwazim, heqê xwe ji we re helal dikim. Lê niha ez hînê nemirime, seba mirina xwe ez li benda we me. Ez li benda we me, seba jiyana we. Seba azadî. Seba serbixweyî. Ez li benda we me. 
Ez kî me? Navek min Seîd e, navek min Riza ye, navek min Zerîfe ye, navek min Siyabend Zana ye… Ji min mepirsin ez kî me, ji xwe bipirsin hun kîne?