Kayıtlar

Eylül, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Şeva Neçûyî

Şevek Tenê şevek me hebû Wek her şevê Şeva ku carek din nayê  Me re gotin ev bes e bo kilamek nû Kilamek bo şeva çuyî  Bo şeva têyî kilamek Şeva ku qet naçe Û nayê De bistre kilê, de bistre kekê Kilam belkî kevn e lê gotina te nû be ev bes e Ku va şeva careke din nayê Roj helat Çermê me ye  Roj Yek ziwa dibe dadiweşe ji ser me Yek dora laşê me digire Lê şev qet naçe Şeva dî min meyt ê  xwe helanî Kes nehat ser min Pîreka çav tarî Bi kêrek tûj Çalek veda Ez ketim Wê çalê Pîrê got Zimanê te gorna te ye