19 Mart 2019 Salı

Bo Zülküf




Me ewqas mirî dît ku, em ewqas mirin ku, mirin çiye me ji bîr kir.

Kê gotibû mîrov ber bi mirinê ve ye? Em her roj dimirin. Mirin her tim ba me ye, ber bi me ve tê.

Pîrê min! Mîrê min! Te digot, ji qaziyê dinê em nayen pirsînê! Lê em qet nepirsin, xençer di dest de çima pê kezeba me digere?

Me carek din zanî, derdê me tunebûna me nîne, hebûna me ye…


5 Mart 2019 Salı

Giliya Miriyek




Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ bikim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe.

Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind bû qe pênezanîn.

Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê de fîtikek dişewitî, fîtikek ku têda tavek mirî dibiriqî. Li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên min hatine vekirin. Min nekanî ku bibêm bira dev ji lêgerînê berdin, ez bi şînim. Şîna xwe nagirim na, ne şîna mirina xwe ne jî şîna jiyana xwe. Ez şîna şînê digirim. Min mirekeba reş li xwe kiriye, nav pelûgan de dimeşim. Bi destekî navê xwe dinîvisim, bi desetkekî din jêdibirim.