Kayıtlar

Temmuz, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Kilama Sê Dem

1  İro:  Teyrek diqîrrê. Li jor  marek  li wistî piçiye  ser ewrên sipî  (Demek çi nêzik e, qet nayê bîra me!)  2  Duh:  Gayek diqurriya. Li jêr  gîsinek li sing  bin erdên reş  (Demek çi dûr e, qet ji bîra me naçe!)  3  Sibe:  Teyr dike bifire  Ga dike rabe  Mar û gîsin dikin  Ka bidewisînin postê me, devê me bidurin bi derzî û benda xişima te.  Tu kî yî?  Tu dijmin î. Dijminê dema borî, dijminê dema niha û dijminê dema têyî. Tu dijmin î, li ser ewran, li bin erdê, li rûye nîştîman. Her sê der yek e bo te, her sê dem yek e. Tu dijmin î.  De lo lo  De lê lê