Kayıtlar

Ekim, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Kûrahiya Sibê

Sîs û sipî ye hespê mirinê  Tîrêjên rojê  Daveje ji pişta xwe   Sibe çiqas dûr e!     Reş û patî ye hespê jiyanê Bin piyên xwe de  Didewisîne  Tîrêjên rojê   Sibe çiqas dûr e!     Di demek bêhemdî de Torê xwe digerîne felek Li wistiyên me   Sibe çiqas dûr e!     Xubarê stêrkan Dadiweşe  Ji çavên melekek kwîr Li ser xewnên me   Sibe çiqas dûr e!   Dikim Deriyê dilê xwe bigirim Bimirim bêdeng Dike  Zimanê min bifetisîne Zimanê min baweriya min e Sibe çiqas kûr e!