Kûrahiya Sibê
Sîs û sipî ye
sîs û spî
hespê mirinê
Tîrêjên rojê
Davêje ji pişta xwe
Sibe çiqas dûr e
Size çiqas
dûr
Reş û patî ye hespê jiyanê
Reşpatî
Bin piyên xwe de
Didewisîne
Tîrêjên rojê
Sibe çiqas dûr e!
Di demek bêhemdî de
Tora xwe digerîne felek
Li wistiyên me
Sibe çiqas dûr e!
Xubarê stêrkan
Dadiweşe
Ji çavên melekek kwîr
Li ser xewnên me de
Sibe çiqas dûr e!
Dikim
Deriyê dilê xwe bigirim
Bimirim bêdeng
Dike
Zimanê min bifetisîne
Zimanê min baweriya min e
Sibe çiqas kûr e!
Yorumlar
Yorum Gönder