10 Aralık 2018 Pazartesi

Kılıç şöleni

Hayko'ya

Şölen var, hiç çağırılmadığımız kılıçtan artanları yiyecekler birazdan dünden beri yedikleri gibi önceki günden ve önceki ve önce
ki bugün yine: "Demirden bir istem süpürüyor göğü."
bildiğimiz gök
bilmediğimiz maviyle değişiyor
çelik mavisi iştahla
bakıyorlar boynuma


boynum kıldan ince
adıma bakıyorlar, adımı söylüyorlar emin olmak için nereden yemeye başlayacaklarına adım ele veriyor beni nereye saklansam da şah damarımda atan ölmediğim korkusu ölenlerle bile Adımı görüyor adımı söylüyor iştahla Adım bir damgadır benim dilim bir damga silinmez kanımı kılıçta yaladığında şarkılarımda söylediğim gibi gah kuytuda gah meydanda
Şarkılarımız söyleniyor
bizsiz gecede
bildik
başka damarda
çağlıyor artık neşenin kanı
neşemizin kanı
yaşamın

toprağa ve suya ayrışıyor
ilk pıhtısı
ne sözümüz kaldı
ne sesimiz
ne de yankıyacağı dağ

Dağ
artık kendi anısı
Kirpikte kar birikiyor
tende uyku
En iyi bildiği
vuruşunu yapıyor yaşam
kalbin davuluna
Senin kalbin ve benim

Bir silinmiş adın seslenişinde
yalıyoruz ömrün kalıntılarını

boğazımdaki yumru büyüyor
başımın üstünde sallanırken
arttığım kılıcın gölgesi



29 Ekim 2018 Pazartesi

Süregiden




Dünya benden eksilendir, o tamam olacak ben bitince; bekleme, bekleyeceksen zaten beklediğin gibi...



Kuleleri görüyor musun?

Bizi ayıran dil birleştiriyor onları, kuleleri yükseldikçe. Dilsiz bile sayılmayız, onların dilini konuştuğumuzdan beri...



Söyleme

söyleyeceksen zaten söylediğin gibi...



Ne ceylana ne parsa yarar bugünden sonra ceylanla parsın hızı. Toprak, hava, su ve ateş bir dünyayı toplamaz.



Yaşamın kendisine gömmüyorlar mı artık nefes alanı?

Dinleme

dinleyeceksen zaten dinlediğin gibi...



Doğumunun yasını tamamlamadın mı daha? Alınmadı mı varlığının vergisi? Niçin çağrılı olduğunu sanıyorsun ulumaya, sesini yitirdikten beri; dişini yitirdikten beri ısırmaya?



Susma

Susacaksan zaten sustuğun gibi...



Kanım,

sen de mi kesecektin

benimle konuşmayı?

29 Eylül 2018 Cumartesi

Ziman û genim



26'e îlonê ez li Amedê bum. Selîm Temo, moderatoriya civîna me kir.


Navê civîna me, navê konferansa me genim û ziman e, wekî hun dizanin. Du tiştên ji hev dûr in genim û ziman. Gelek dûr in. Hun ê bipirsin, ê madem ku tu van herduyan ji hev dûr dibîni te çima ew hanîn cem hev?

Va pirsik ne fizûlî ye, lê bersîva vê pirsê ez jî nizanim. Hunê belkî bibên lo keko te xwe şaş kiriye, te çi li xwe kiriye? Tu berê navikî davejî holê û dibê kerem kin werin em der barê genim û ziman de biştexilin. Em rabûnê hatinê niha jî tu dibê du tişten ku navê wî konferansê de hene ew li hev nayn, nayn cem hev. Paşê dibê ka bipirsin çima cûda ne, me jî pirsî, vê gavê jî tu dibê welle ez jî bersîvê nizanim. Tu ji ber xwe de diaxivî, çi dike?

Ez bersîvê nizanim, nizanim lê ew çend salin ku lê digerim. Min îsal va lêgerîna xwe bir serekî. Min ne qedand, lê bir serekî. Ez dizanim va lêgerîna min li vî serîkî jî nasekinî. 
Rû û Kûr di nav weşanên Avesta de derket.


Niha ez ê dîsa vegerim ewil, vegerim şuna ku ez rê ve ketim. Du peyvên me dest me de hene. Du kelîme. Yek genim e yek jî ziman e. Me ku rû de lênêrî, ji hev cuda ne,,,, lê me ku sêrê hêla kûr kir, nav hevdûyan de hinek têkilî xuya dikin. Pirtûka min, bi têkilîya genim û zimên şekîl girt. Ne tenê pirtûk, ez bixwe jî bi eleqe ya herduyan gêştime şiklekî. Hestî û goştê min ji gênim û ziman hatiye çêkirin, ji genim û zimanê Qoçgîrî.

Genim ji herdê tê, ziman jî ji êzmîn (ji asîmanan) tê.

Genim li her derê dinyayê genim e. Tê ajotin, tê çinandin, tê hêrîn, tê kutin, tê kirîn, tê firotin, filan bêvan… Lê navê gênim û mana ya gênim, li her derê dinyayê cûda ye.



Ji hêla aborî ve qîmeta gênim pirr e. Ji alî sembolîk ve jî qîmeta xwe pirtir e.  Qîmeta ekonomîk di miktara gênim de ye, genim ku çiqas pirr e qîmeta ekonomik a genim jî weqes pirr e. Qîmeta ekonomîka tiştekî, herkes dizanî ku buha ya tiştekî ye. Buhayê kîlok, buhayê kodek, buhayê tonek herkes dikaribî bizanî. Le qîmeta gênim a simbolîk hundurê hebik gênim de jî xwe dide xuya kirin. Qîmeta simbolîk a tiştekî ne girêdayîyê hêjmar, an jî ne girêdayiyê giranî, an jî ne girêdayiyê dirêjîyê ye.

Di pirtûka min a ku vê heftê derketiye de ez sê caran qala genim dikim. Carê tê gotin ku di wan çaxan de li Qoçgîrî genim firotin aybik giran bu. Ji alîkî ve va çîroka qala qîmeta aborî dike, ji alîkî din ve jî qala qîmeta sembolîk dike. Yanê ez dibêm genim ji alîkî ve tiştekî ekonomîk e, ji alîkî din ve tiştekî ne ekonomîk e, lê simbolîk e… niha, lazim e ku hun ê dîsa bipirsin, va çawa tiştek aborî ye ku firotin eyb e, hem jî eybek giran e.

Li vira jî alîyê qîmeta sembolîk, alîyê qîmeta remzî, qîmeta dawerî derdikevî hemberî me. Alîye aborî, alîye ekonomik alîyê rû ye, lê aliyê sembolîk aliyê kûr e. Li derikî ku aborî, ekonomî derket pêşîya her tiştî, li wê derê civatek tê holê; li derîkî ku qîmeta sembolîk derdikevî peşî her tiştî, li wê dere civatek din tê holê. Ev herdu civat, li hev nayn in. Yek civata xelatê ye, yê din civata buha ye. Civata xelat,,,,, civata parvekirinê ye, civata şeref e, civata dî, civata aborî, civata ekonomîk, civata vêşartinê ye, nijinandinê ye, hejmartinê ye. Ya yêkînî da, ya yekemîn de qala peran nabî, ya dudunî, ya duyemîn de xeynî ji peran qala tiştikî nabî.

Di çîrokikî de jî qezîk heye, qehremanê çîrokê dibejî: “Zimanê Qoçgîrî ji genimê Qoçgîrî pirtir e……. Ew belkî birçî diskinin….. lê qet bêqezî naskinin.”

Wekî her civatan, wekî her miletî ew jî hêkatan deng dikin, kilaman diben, yaraniyan dikin, zeman dikin, dua u nifir jî ji deve di wan de kêm nabî, pesn û gef jî… Lê ew axaftinê zêde hez dikin. Bi şehvet, bi bah hez dikin. Yaranîk nav Qoçgîrîyan heye,,,,, dibên ku ji malikî ku nîv saet deng dernekevî, bibezin herin dêrî lêxinin, herhal xelkê wê xanîyê nexweş ketine. Ku saetek deng ne hat, hun herin mezelikî vedin,,,, ê ku nemirine çitan/çawa saetikî bêdeng, bê qezî û axaftinan dikarin bisekinin?

Çîroka paşinî, ya dawî jî li ser gênim e. Navê çîrokê “mora gênim” e. Di wê çîrokê de du wêne û qezîk hene.  Wêne ya yekemîn de du zarok lihev didin, çima, seba parîk xwarinê, sebetî parîkî goşt… Wêne ya duyemîn de, (((ya dudunî de))) em hebikî gênim dibînin… Genim li kefa destikî de ye. Me ku heba genim hanî ber çavên xwe, em dibînînê ku nav hebê de xêzik heye. Qezî jî…. ji wê xêzê derdikevî. Ew xêza, mora xwedê ye. Em ji devê dapîrikî hîn dikinê ku… xwedê xêzik kişandîye gênim… û gotiye ew more, nîviye gênim ya xeng-birayikî ye, nîviyê din ya xeng-birayikî ye… Ba Qoçgîrîyan, va xêza wek fermana Xwedê tê girtin. Tenê hebik genima we jî hebî, hun ê divê vî hebî parvekin. Hun nikarin tenê bixwin, hun nikarin ji xwe re veşêrin…

Wek min gotibu, aboriya Qoçgîrî, ekonomiya Qoçgîrî, aboriya xelat ê, aboriya yadîgar e aborîya hediye ye aborîna parvekirinê ye. Qoçgîriyan loma genim firotin şermezar kirine.

Helbet wan jî ji hev gênim digirtin û didan hev. Lê genim, wekî kilora niyazkî, wekî gêrmiya îmaman, wekî şîva xêra miriyan, wekî goştê qurban nedihat firotinê. Yekî ku genim digirt, helbet ber ve tiştik dida, belkî êrxatî dikir, belkî tedarika dermala bûyan digirt ser xwe, belkî şivantî dikir lê belkî ber ve xelatik dida le qet pere nedida.  Yanê ew peran dizanin, axsate ya bi peran jî dizanin, qîmeta genim cem wan pirr e lê buha ya gênim tune ye. Şermezar kiribun ku yek genim bide û peran bixwazî an jî yek bixwazî bi peran gênim bikirrî.

Dema hevokên min guherî dema borî. Dikirrin, nedigirtin, nedidan, nedixastin, şermezar kiribun... Îro him dikirin him jî difroşin. Koç a Qoçgîrî ya dawî koçek gir û ber bi têkçûnê ve bu. Ji gund u şarên xwe malên xwe bar kirin û di metropolan de danîn…. Pêvajoyêk pênce salan de, pênce çiye, nav çel salan de ziman jî heliya sembol û ol jî heliya. İro jî pêvajoya helişinê berdewam e. Îro ne birçî ne, ne tî ne, dewlemend bûne, pere dîne, ne qiseheta qurbetê maye, ne kemasiya tiştekî dikişînin, îro genimê wan pirr e, lê îro zimanê wan dihelî tere.

Çel û penc salan berê, çaxa ku ez li gund bum, sê caran tev ceman bûm. Cem, hun dizanin, ayîna qizibaşanê olî ye. Seyit hat, civat girêda u em jî ketine cemê. Di wan ceman de min tenê belkî du belkî sê hevokên bi tirkî bihîstî bûm, çar nebîhîsî bûm…. û an du an jî sê deyîş bi tirkî hatin gotin. Deyiş, hun dizanin, kilamên olî yên qizilbaşan e, bi Kurmancî em bi navê “kilamen seyitkî” tînîn zimên. Yê ku dizanî zatî dizanî, ez seba yê ku nizanin dibejim, cem ayînek pir dirêj e. Gegana, carcaran digêşî şeş saetan.

Ez îsal li stembolê jî tev cemekî bum. Min tenê du hevokên kurmancî bîhîst. Zakîran bi kurmancî tenê du beyit xwandin. Aboriya xelat a Qoçgîrî wek zimanê Qoçgîrî heldişî tere. Niha herkes buhayê genim dizanî lê kes qîmeta gênim nizanî.

Herê rast e, îro nav xortên me de yên ku dixwazin qîmetê bidin zimanê’d dê û bavên xwe jî kêm nînîn, lê vê carê jî buhakî mezin derdikevî hemberî wan. Li mektebê, li derdora van, li malên van, li ofis an jî karxaneyên ku dişuxulin zimanê xwe nabîhîsin. Stembol, ne tenê bajarek herî mezinê dinyayê, bajarek herî mezinê Kurda ye jî. Belkî sê, belkî çar milyon Kurd tê de ne. Lê ne tabelayek bi Kurdî heye, ne anonsek, ne jî afîşek bi Kurdî kes dibînî.

Ê ku qîmeta zimanê xwe rind dizaniyan mirin çun, yek ji wan dapîra min Xeco bû, bila li gorna wê de nûr bibarî. Dapîra min û dayika min ku nebûna, min jî zimanê xwe kulî ji bir kiribu. Diya min sax e şukur. Bin tava metropolê de gulên nazenînê zimanê Qoçgîrî diçilmisî tere, du se tayen ku min kaniye/kariye xelas kiriye bin siya dapîr û diya xwe de xelas kiriye.

Min seba xatirê dayik û dapîra xwe, seba xatirê mora Xwedê, bona mora Xwedê ya ku li ser gênim de disekinî, dev ji lêgerîna xwe ya der bareyê ziman û çanda Qoçgîrî ber neda.

Çi ku destbera min de hat min kir. Min çi rast kiriye çi şaş kiriye nizanim. Tirsa şaşkirinê deste meran girê dide, ew çend sal hebûn ku destên min jî girêdayî bun. Lê axirî min ew tirsa ji ser xwe avet û ev pirtûka min temam kir. Pêvajoya nivîsandinê de Selîm Temo min ra hevaltî kir. Ev hevaltî hevaltîkî bê buha ye, herî qîmettir e… Mamoste Selîm ne li derdora min ba, belkî min nikarîya ku ji tirsa xwe xelas bim.

Deynik dî jî li ser min heye. Mazlum Doxan jî di vê rê de bu hevalekî min. Deynê ev herdu hevalan ez nikanim bidim. Ev herdu heval giraniya barê min girtin. Min ra hêla sivik ma. Ev barê kû mayî bû jî kek Avdilla (Abdullah Keskin) girt pişta xwe.

Lê çi kêmanî, çi kêmasî, çi şaşî ku di pirtûkê de mane ew jî kêmasî û şaşiyên min e. Hêvîya min ewe ku min belkî peyvek ji bîr bûne xelas kiriye, ew min ra bes e. Heta pirtûka min a dudunî, duyemîn, niha bi xatirê we…


29 Mart 2018 Perşembe

Koçgiri'de bir Topal Osman şarkısı





Gaza Pulumurê bi çekem e
(Pülümün yaylası meşelidir)
Giran giran çumi cem e
(Ağır ağır gittim yanına)
Min go de mala te bi şewitî Topal Osmanê xwînî
(Dedim evin yansın kanlı Topal Osman)
Li gencê d’me xist ji xelkê me ra vekir mahkeme
(Gençlerimizi vurdu, halkımıza güttü dava)

Dilo yêman keko yêman
(Yüreğim aman kardeşim aman)
Çiyan girt berf û duman
(Dağları aldı kar duman)
Me ra bişîn Şah ê Merdan
(Bize yolla Şah-ı Merdan)
Dilo yêman keko yêman
(Yüreğim aman kardeşim aman)

Yerî yerî aşîr yerî
(Yürü yürü aşiret yürü)
Meftay di me me ra kirin e koza dêrî
(Ölülerimizi bize ettiler kapı kilidi)
Bûkê di teze kuştin
(Taze gelinleri öldürdüler)
Girtin e zêrê d’sêrî
(Aldılar alınlarındaki altınları)

Dilo yêman keko yêman
Çiyan girt berf û duman
Me ra bişîn Şah ê Merdan
Dilo yêman keko yêman

Kopruyen binê Pulumurê dûdû sisê ne
(Pülümürün köprüleri ikidir üçtür)
Zava bûkê di teze kuştine
(Taze gelin damadı öldürmüşler)
Zarê d’yek salî du salî li qucê ne
(Kucaklarında iki üç yaşlarında çocuklar)
Min go de dava me bimînî mahşerê Hezretî Hûsên ê
(Dedim davamız kalsın mahşere Hazreti Hüseyin’e)


*

İki yerin üstünde duracağım.
Biri, “Meftay di me, me ra kirin e koza dêrî.”
Ölülerimizi bize kapı kilidi yapmışlar. Ölüler nasıl kapı kilidi olur? “Meftay di me”, ölülerimiz. Koçgiri Kürtçesinde normal çoğul eki (an) yerine “di” kullanılabiliyor; izahını dilbilimciler bulur elbet, burada o örnekle karşı karşıyayız: Meftayên me yerine “meftay di me”, “zava bukên teze” yerine, “zava bukê di teze” gibi. Ama üstünde duracağım yer dille ilgili değil, cümlenin devamı: “… me ra kirine koza dêrî.” “Bize yapmışlar kapı kilidi.”
Toplarsak: “Ölülerimizi bize yapmışlar kapı kilidi.”

Kilit, malum, açılmayı engelleyen düzenek. Ölüler, kapıların açılmasını engelliyor. Ölülerle kapı kilitlenmiş.
Kürtçede (En azından Koçgiri Kürtçesinde) kapı “alınır”, kapıyı kapatmak, kapıyı “almak”tır. Kapatılan kapı, açılabilir elbette. “Kilit” ise, kapının bir daha açılmaması demektir. “Dêrî koz e” denildiğinde, kapı kilitlidir, denildiğinde, o kapı bir daha açılmaz. Ocak sönmüştür, Türkçesi.
“Meftay di me, me ra kirin e koza dêrî.”
Ölülerimizi kapımıza kilit yaptılar.
Kapımızı açılmaz hale getirdiler.
Ocak söndü yani.

*
İkinci üstünde duracağım yer:

Bûkê di teze kuştin
Girtin e zêrê d’sêrî

 (Taze gelinleri öldürdüler)
(Aldılar alınlarındaki altınları)

Taze gelinleri öldürdüler
Alınlarındaki altınları aldılar

Bu sinematografik imge, şarkıda adı geçen ünlü kıyıcı Topal Osman’a hala süregiden sevgi ve saygıyı anlamaya yarayacak anahtarı içinde taşıyor: Topal Osman, Ermeni soykırımında faal rol oynamış bir Osmanlı subayı. Yine Pontus Rumlarının kıyım-kovulma sürecinde faal rol oynamış biri. Koçgiri’de görevlendirilmesi, Ermeni ve Rum kıyımlarındaki başarısına referansla yapılmış olmalı. Topal Osman adına heykel var, zaman zaman anılıyor, TRT’de adına yakılmış şarkılar çalınıyor. Bir “katil” olarak bizzat Mustafa Kemal’in izniyle, Mustafa Kemal’in de suçlandığı bir cinayette oynadığı rol yüzünden öldürülmüş olmasına rağmen, bir “mücrim” değil devlet nezdinde de (yoksa niye TRT çıksın şarkıları?) “toplum” nezdinde de: O şarkıları kim dinliyor?

Biz şarkıdaki ana dönelim: Taze gelinler öldürülüyor ve alınlarındaki altınlar alınıyor. Kim alıyor o altınları? Topal Osman ile birlikte kim varsa o, onlar. Koçgiri küçük bir aşiret mesela Pontus Rumlarına göre nüfusu çok az, Ermenilere göre çok çok az. Topal Osman ve beraberindekiler Pontus etnik temizliğinde ve Ermeni soykırımında o altınlardan almamışlar mıdır? Koçgiri’de oralarda geliştirdikleri zulüm teknikleriyle gelmemişler midir? Koçgiri şarkısı, sadece Koçgiri’de bir kere görülmüş bir hikâyeyi değil, o enstantanenin “alındaki altınlara” uzan elin geçmişini, tarihin de kaydediyor değil midir?

O altınlar, lanetli paydır. O altınların gittiği kursaklar, o altınların o kursaklara gitmesini onaylayanlar, Topal Osman ve beraberindekilerin ve diğer sayısız Topal Osmanların öyküsünü nasıl hatırlar ve hatırlatmak ister? Bir kahraman. Milli bir evlat. O altınların öyküsü, o kanlı servet transferi, bugün yaşadığımız felaketlerin, yanan ateşlerin yer altında oynaşan magma ateşi değil midir?

*
Birkaç Topal Osman’lı Koçgiri şarkısı daha var aklımda. Birinde,
"Topal Osmanê xwînî" deniliyor, "Gêncê di me avet çahalan.”

“Kanlı Topal Osman/Gençlerimizi attı çukurlara.”

Çukurlara atılan sadece gençler değildi elbette ama gençlere daha çok yanmak, bir söz imkanı varsa onu da gençler için kullanmak acılı toplumların sık görülen adetlerinden.

*
Tekrar edelim o vakit: “Arşiv devletinse hafıza bizimdir.”
Arşiv devletindir, ister açar ister açmaz ister öyle sunar ister böyle sunar. Hafıza bizimdir, işte bu Koçgiri şarkısı bir hafıza şarkısıdır. Tarihi yazılmamışsa da, yazılmayacaksa da, hafıza buradadır.
Altını alan ellerle birlikte yazılabilir mi hiç o tarih?