9 Aralık 2019 Pazartesi

Qezî


1
Zarê di me rabûn. 
“Li lo ez tebreka binê ningên we bim.”

2
Artêşa mirinê hat, bi fermanek:

“Ji vê dozê veger” got ûzbaşi. 
“Ji dozê veger” got bînbaşî
“Veger” got general.

General teqawit bu. Binbaşî jî. Ûzbaşî jî.
Ew teqawit bûn ez mirim. 

3
Yek ferman da yekî
Yekî çek da dest yekî
Yekî gule barand
Em mirin. 
(Kes nikare tenê bimre. Ez ku mirim, parîkî tu jî dimirî. Tu belkî xwe ji kuştina xwe xelas dikê lê tu nikarê xwe ji mirinê xelas bikê…

4
Ez mirim. 
Ez kirim çalan. 
Ez xwelî me niha. 
Kolek xwelî. 
Xweliya serê te me. 
Xweliya min e li serê te ve dadiweşînin. 
Ez xwelî me bin nîngên te de
Lê qeziya min û te yek e, hînê…

5
Birayê xwe re bibêjim, xenga xwe re bibêjim.
Berê ez mirim, niha jî ewê qeziya min dimire. Qezî ne tenê dengê min e, qezî çavên min in, qezî nîngên min in. Rêya min e qezî. Qezî asoyê min e. 
Ez ku winda bûm hunê xweliyê bibinin.
Xwelî ku winda bû hunê qêziye bibînin.
Qezî ku winda bu hunê êdi nikarin tişteki bibinin…

6
De were, de rabe… 

19 Kasım 2019 Salı

Seba Heskîfê










Siya dinê 
îro çi qas giran e
Bin taveke cemidî 
Kûsiyê tarixê wergerandine ser piştê

Heskîf nuxuriya tarixê ne bû ku îro dixendikînin? Kanê gemiya te li kû ma Nûh? Nûh, em çima ji vê lesarê xelas bin?

Av a dinê îro çi qas giran e!

Dinê li me kirine aş
Me dihêrin, kevirên bajarê di me dihêrin
Av berdane ser qubeyan, minare dizîne
Çerxek agirîn digerînin
Zimane me nagere ku em bibêjin agir çiye av çiye

-Ev çiye silav dide ji çiyan? 
-Çeqçeqa mirinê ye!
-Ev çiye dibare ji êsmîn?
-Xwêya hêstira me ye!

Em li zimanê xwe digerin
Bi zimanekî biyanî 
Em ji xwe direvin
Bi çavên girtî 

Siya dinê îro çi qas giran e!

21 Eylül 2019 Cumartesi

Şeva Neçûyî



Şevek
Tenê şevek me hebû
Wek her şevê
Şeva ku carek din nayê 

Me re gotin ev bes e bo kilamek nû
Kilamek bo şeva çuyî 
Bo şeva têyî kilamek
Şeva ku qet naçe
Û nayê

De bistre kilê, de bistre kekê
Kilam belkî kevn e lê gotina te nû be ev bes e
Ku va şeva careke din nayê

Roj helat

Çermê me ye 
Roj
Yek ziwa dibe dadiweşe ji ser me
Yek dora laşê me digire
Lê şev qet naçe

Şeva dî min meytê xwe helanî
Kes nehat ser min
Pîreka çav tarî
Bi kêrek tûj
Çalek veda
Ez ketim
Wê çalê
Pîrê got

Zimanê te gorna te ye



29 Ağustos 2019 Perşembe

Kilama Melekê


Goştê min 
Ji xweliya bin nîngê melekek e
Tozê stêrkan e 
Goştê min

(Min dixwast nav xweliya bin nîngê wê melekê de razêm şevekî û şevekî din û şevekî dî… Yê ku şev nediye roj hîç nediye, ne?)

Ez di xewna melekek de heşar bûbûm rojekî
Tenê rojek min bû ev jî ev roj bû
Ev çend salin ku dikim 
Dîsa li ser birûyên melekek de rakevim

(Laşê min li tozê rojan ve qeliviye lê ez naxwazim bimrim wisa)

Nizanim çend sal rabirtin
Ne dikanim razêm ne dikanim heşar bim
Çi xewnek kûr bu Xwadê
Min çi kir çi nekir nezanî rêya meleka xwe dirust kim

(Min nezanî ku xewa melekan tune ye. Min nezanî ku ez di xewnek bê xew de me. Ez çawa bi nezanîna xwe werim ber deriyê te?)

Ax a me yek e. 
Cesedê min 
dardakin 
li ser bijangên te. 


26 Temmuz 2019 Cuma

Rêwîtiya Dûr


Em hînê ji mal derneketibun rêwîtiya me dest pê kiribû. Me nedizaniya ku em diçin lê me dest pê çuyine kiribû. Me dîl da. Me dîl da û em rê ve ketin. 
Em hînê ji mal derneketibûn rêwîtî dest pê kir. Rêwîtiya me. Berî her tiştî zimanê me dest pê guherinê kir, tu ku dipirsî. Wekî dest pê kirina guherina axê, hewayê, agirê û avê. Me nedizaniya ku em diguherin lê me dest pê guherinê kiribû.

Li vê rê de giran giran em her yek dibûn yekî dî. Malê di me heldiweşiyan. Aqlê di me. Perestîşgehên me. Bîrdarên me. Bîrdarên hundirên me, derveyî me. Heldiweşiyan.

Me digo gelo va reya rêkî çi xweş e! 

Niha, daholê rojan 
navê di me dimale
ji rupelê bîran

di dil de 
fîz û fîz in
kilamê di jiyan

gava ku çemê şevê 
hêşa me dixendiqand
me çav dikir ku
êdî em bigîhîjin jiyaneke nû!

em berê ji kincê di xwe xelas bûn, paşê em ji navê di xwe xelas bûn, me nedizaniya ku em ji zimanê xwe jî xelas dibin, lê me digo em ji qedera xwe xelas bin! 
Gotin na, hînê rêwîtiya we neqediye, win ji xwe xelas bin jî nikarin ji me xelas bin. 

11 Temmuz 2019 Perşembe

Çeto bira!

Seba xatirê Çetin Kılınç

Kî me hanî û danî nav Stenbolê Çeto? Em merûyên hev bun, me nekanî bibinê hevalê di hev jî Çeto. Va bajara dinê ne merûtî dizane ne jî hevaltî Çeto. Çeto bira ez nizanim ji te re çi bibêjim? Te mirin ji kuderê derxist danî nav min û te Çeto, bira!
Em hev re seba Alîşer û Zerîfe gîriyanê lê 
me nezanî kîjan rê rêya wan e Çeto. Ev bo jiyanek serazad mirin, me bo mirinê jiyana xwe ji desten xwe avet ser sêrgûyan Çeto. Ez nayem ser mezela te Çeto. Bijangên te nûra çavê di te girtine bin kozê, min bîhîst. Ez çitan xeliyê bavêjim ser çav û can û cesedê te? Te negot emê an hev re herinê bihûşta dinê ya azad an jî hev re bimirinê, Çeto? Te çima qeziya xwe xwar Çeto bira?
Çeto bira, ez nab
êm de were. Min rind zanî, ê ku çû qet nayê. Tu dizanî Hesret çû. Cemal çû. Baba çû. Heval û hogirê di min û te çûn. Kes nehat.Em berxê di ber komekî bûn. Felekxayîn wek gûrê har ket nav me hûr hûr tev da. Hesret çongir li dest çû. Cemal rû li ken. Ez û te mabun. Niha dibên te jî koça xwe bar kiriye.
Ez mam. Ten
ê. Bêkes. Va çitan hevaltiyê Çeto bira, te mirin girt paşila xwe, êşa mirinê li ser stuyê me de hişt?

29 Haziran 2019 Cumartesi

Miriyê ku gorna xwe dixwaze


Ez hatim kuştin lê nemirim. Hînê nemirim. 

Kuştina min zordarî bû lê mirina min mexduriyet nîne. Hun ber min nekevin. Min ra mezelek çêkin. Lê bigerin û gorna min bibînin. Mezela min çêkin.

Ez li pê heyf û tol a xwe jî nînime. Pê welatê me bikevin, pê azadî û serbixweyî ya welêt bikevin, ne li pê heyf û tol a min. 

Ji hêlikî ve ez tev welat bûm, tev ta û guliyên welat, tev têr û tûrên welat, tev av û axa welat, tev ronî û tariya welat. Çi heye, ez naxwazim ku welat bibe gorna min lê bibe bêşîka law û qîzên me, keç û xortên me. Loma hunê mezela min bibinin. 

Ez mirîye bêgorn im. Heta ku we şunda mezela min dît, ber min nekevin, ber xwe bikevin. 

Metirsin. Tirsa mirinê kesî ji mirinê xelas nake. Ez hatim kuştin lê hînê nemirim. Ji kerema xwe re gorna min bibînin ku ez bimirim. Paşê ez xatira xwe ji we dixwazim, heqê xwe ji we re helal dikim. Lê niha ez hînê nemirime, seba mirina xwe ez li benda we me. Ez li benda we me, seba jiyana we. Seba azadî. Seba serbixweyî. Ez li benda we me. 
Ez kî me? Navek min Seîd e, navek min Riza ye, navek min Zerîfe ye, navek min Siyabend Zana ye… Ji min mepirsin ez kî me, ji xwe bipirsin hun kîne?

31 Mayıs 2019 Cuma

Gulbanga Serê Sibê


“Ya melekê di serê sibê!”
Bavo, eceb tu di xewna xwe de çi dibînî niha? Çend sal bû nizanim ku min ji devê kesî va gulbanga nebîhîst. Ya melekê di serê sibê win li kuderê ne? We em cîhiştin an me xwe ji we dûr xist? Xeynî di nav xewnên giran, ne em qala we dikin ne jî win xwe ji me ra xuya dikin. 

--

“Va şeva dîsa dirêj bu ne lawo?” 
Wan rojana şevên me pir dirêj in. Em dikinê nakinê sibe nabe û bi me re wer xuya dike ku şev robiro dirêjtir dibin. Êdî şev dirêj in yan ro dirêj in min tevlihev kir. An jî belkî ro û şevên me tevlihev bûn. Çi dibe, çitan dibe, çima dibe fama min nagêşî ku ez ji we re deng bikim. Fama min, fama me robiro kêmtir dibe wan rojana. Canê me robiro tengtir dibe. Herê, wer dibe, nexweşî ku hat ne fam dimîne ne haş ne jî hedûr. Şev dirêj dibin, ro dirêj dibin, saet dirêj dibin, fam kêm dibe, heş winda dibe, can teng dibe. Herd û êzmîn teng dibin. Velhasıl niha ro teng û dirêj e. Şev teng û dirêj e. Fam kêm e. Can teng e. Hedûr tune ye. 

--
Îşev jî em disan di xestexaneyek de bûn. Me go dîsa sibe dûr e, qasî emrek dûr e. Mirin nêzik e. 
“Belkî sibeya îşev nayê lawo.”
Ma va çitan sibeye ku nayê? Çextê sibe nehatiye, te caran tiştek wer dît? 
“Siba herkesî yek nine. Li wî welatî de kesî re sibe qet lazim jî nine.”Ma çitan? Ew kî an jî kê ye ku sibê naxwaze? 
“Min negot ev sibeyê dixwazin. Min got sibe ji kesî re lazim nine.”Yanê dixwazin hema ne lazim e, ne? “Na, ne dixwazin ne jî lazim e. Ger wana bixastana banê sibê dikirin. Te qe li wan deran bîhîst yek banê sibê dike? Yekî ku hebî sibê bixwaze, sibe ne tenê seba yê ku xastiye tê, lê seba yê dî jî tê. İro, sibe kesî re lazim nine. Saet di baskên wan de hene, telfonên wan ê baqil hene, hema ne royê dizanin ne şevê, ne êvarê dizanin ne sibeyê. Ne tarîyê, ne ronîyê…” 

--

“Ya melekê di serê sibê!”
Di berbanga sibê de deriyê mala me ya gund bi wê gulbangê vedibû. Dapîra min, pîra Xeco bê dua, bê gulbang derî venedikir. Çextê ku derî vedibû min wer dizaniya ku gîştî melekên alemê rabûne hatine ber deriye me, dixwazin bibin mîvanê mala me û dapîra min jî bi lez û bez, bi dilşahiya xwe wana banê hundur dike.
“… Ya meleke di serê herd û êzmîn. Ya melekê di serê kanî û nahalan. Ya melekê di ser…”
Em çima wer zû radibûn, me çima bê lavîn derî venedikir û ew melekê di her tiştî çima dihatin ber derê me min qet fam nedikir. Fam nedikir lê pir jê hezdikir, him ji lavîna dapira xwe pir hez dikir him jî bi hatina melekan. 

--
“Xadê di berbanga sibê de rizqê herkesi û her tiştî belav dike. Yên ku zû radibin heqê wan ji yê dinan zêdetir dibe.”
Yanê em tenê seba riziqên xwe ji xewa xwe yên şîrîn radibûnê? Seba parîkî nan, mast û toraq? “Na na lawo. Xwadê zatî rizqa her mexluqatî dide. Rizqê însan ne tenê xwarin e. Merû tim mehrûme. Bê dua, bê lavîn çerxê dinê qet nagere. Her tim îmdada Xizir, alikariya melekan lazim e.”
imdada Xizir? Herê, navê Xizir him di gulbangên serê sibê de hebu, him jî bişev, biro, di her saetê de qala wî dibû. Xizir kal bû lê qet li şuna xwe da nediskiniya; li çiyan, li gazan, li golan, li behrê, li her derê, canê xwe ku kuder kişandiye li wê dere amade dibû. Li ku ki melek heye, li wê derê Xizir jî heye. Kal bû hema çê bû. Loma herkes alikariya wî dixwast. 
--
Ya Xizirê kal, ya Xizirê ser kelek û gemiyan; tu îmdada me de dîdar be!”Herê, ew him li ser tapê çiyan, him jî li ser kelek û gemiyan bû. Bi rastî, min wê gave ne kelek dizaniya ne jî gemî. Navê deryayê, navê behrê min bîhîstî bu lê çiye, çi tebaye, tê xwarinê an tê kirinê min nedizaniya. Derya, Xizir, melek… sê tiştên bi efsûn, tişten xweş, lê tiştên nediyar. Tenê tiştek di wan gulbangan de hebû ku min didît. “Hîva zerî.” “Ya hîva zerî!”Wekî Xizir, wekî melek, me bang li wê jî dikir. Hîva zerî. Ez şaş dibum dimam ku efsûn ji peyva “hîv”ê derdikevî ser hîvê an hîv bixwe efsûn dibarîne ser peyvê?
Herê, hîv bi efsûn bu. Ev demekî winda dibu. Demekî din dibû keman. Paşê digêşt nîviya xwe. Axirî dibû hîva tijî. Hîva tijî wek “hîva zerî” bi efsûn dihat bo min. Zatî hîva tijî demeki sîs sipî be, demekî din vedigere sor û ê dîn dibe zer. 
Him hîv bixwe bi efsûn bû him jî peyva hîvê bi efsûn bû. Efsûna “hîva zerî” jî belki di hîva tijî de bîle tune bu. Demikî ketibu ber min, ji ser zimanê min nedihat xwar, heta ku kulfetê malê bêzar dibû û hêrs diket min wek kilam digot: “Hîva zerî, hîva zerî…”
--
“Tu dizanî, diya te îsal nekanî rojiya Xizir bigirî.”Erê, ez dizanim. Îsal sala nexweşiyê ye. Îsal, sal bixwe nexweş e. Erê, sal bixwe jî nexweş dikevin, îsal jî salek ji wan salan e. “Rojî negirt hema bişev biro banê Xizir dike.”
--
Di nav cilê xwe de kul bû û dest bi gülbangê kir:  

“Ya sîwarê pêşiya rohelatê, 
ya Xizirê ser kelek û gemîyan 
xwedanê bêkes û bêxwedîyan 
ya melekê di serê herd û êzmîn, 
ya hîva zerî, melekê di serê sibê 
ya Xizirê kal, tu ji me ra bibe rêber û heval! 
Ya Heq, ya Elî, ya pîr!”

--
“Ya Heq, ya Elî, ya pîr!”
Rêza paşinî sê caran got û dîsa ramedî ser doşega xwe. 
Oda me li qata dewheyştan de ye. Şuna ku bîna çêkirine şuneke bilind e. Loma em her derê Stenbolê ji jur de dibînin. Mij û dûmana hevayê û qilêra metropolê tevhev bûye, seriyê di balexaneyan nav mij û duman de winda bûye. Balexane wek heyula ne. Tabelayên bi ronahî nav tariye de çavên meran digirin. Nav tabelayên herî mezin de du tabelayêk xestexanakî bala meran dikişine. Qey dixwazin wek hîvê ev jî bi efsûn xuya bikin. Tabelaya yekî zer, yekî sor e. “Ya xestexanaya zerî.” Çêbû? “Ya xestexanaya sorî.” Na! Qut nebû! Xizir, melek, hîva zerî. Toxtor, hemşire, tabela. Belkî toxtoran de parîkî nefesa xizir, hemşireyan de destên melekan hebin, lê di tabelayan de efsûna hîvê caran dibî?

--
“Ya xwediyê bayê serê çiya û gazan.”
Xizir li herderê ye. Lê dîsa jî ew hindik şundan ji yê dinan zêde hez dike. Çeman. Kaniyan. Deryayê. Çiyan. Goman. Ew xwedanê wan e. Ew wana bixwe ye. 
“Ya arê ocaxê pîr û dapîran.”
--
Gelo, him bixwe ye him jî xwedî ye? Herê, him bixwe ye, him xwedî ye. Him jî melekê di wan deran e. “Ya melekê ser goze û kaniyan!”
Herd jî ew e, melekê herdê jî ew e, bereketa herdê jî ew e. Him sabît e him tevgerî ye. Seba feqîr fiqeran, seba sewiyan, seba kal û pîran, seba xwedîderdan tuyê banê wî bike her tim. “Ya Xızır, ya tîrêja royê, ya şewqa hîva zerî, me ji bîr meke were malan, me ra bibe mîvan!”




8’ê Gicugê, 2019, Stenbol

18 Nisan 2019 Perşembe

Ro Dolab e: Birçîtî, Feqîrî u Mirin.





Hunermendê hêja Cîhan Çelîk, ji Qoçgîrî gelek keleporên çandî berhev kir û hînê jî dike. Hisaba wî ya li ser Youtube’ê gencîneyeke pir bi qîmet e. Cîhan Çelîk di 24ê gicugê de vîdyo ya berheveke nû danî hisaba xwe. Navê vîdyoyê “Dayê Birçî Me” ye. Ew nava ku berhevkar bijartiye ne navek şaş e, lê varyantên din bi navên “Dolaba Dinê” û “Ro Dolab E” min bîhîstî bû. Di vî nîvîsê de jî ez navê “Ro Dolab e” tercîh dikim. Ez dixwazim li ser vî “çîrok”a herî balkeş de dû sê têbîniyên xwe berpêş kim.

Berî her tiştî ez dixwazim li ser forma vî “çîrok”a xweser parîkî biskinim. Ji serî heta binî ew hevpeyvînek e. Bi “diyalog”an ve çê bûye. Tenê bi hevpeyvînan çîrok gotin taybetiyek wêje ya Qoçgîrîyê ye. Li cem formên din, bi forma hevpeyvînê xêllik çîrok hene. “Ro Dolab e” jî yek ji wan e.

Di vî çîrokê de dayikek û lawikek hev re dipeyîvin. Bi du qeziyên pêşinî de mijara sereke yê çîrokê xuya dbe. Lawik birçiye, dê dixwazî wî haş bike. Yanê meseleya bingehîna çîroka me kêmberî ye, xizanî ye, feqîrî ye. Guftûgoya ewîl de lawik “Dayê birçî me” dibeje, em ji caba dê de derdixinin ku nan tuneye. Rewşa malê pir xedar e. Lawik nêzikê mirinê ye. Caba dê ji alîkî ve wek dia ye û ji alîkî ve jî tirsa dilê wê nîşan dide. “Biko memir!” Biko, nêzikê mirinê ye. Lê di caba dê de ne qîrin û ne jî gazin heye, tenê dike hêviyek neberbiçav bide xuyakirin: “Ro dolab e.” Ro diguhere, îro nanê me tune, belkî sibe hebe. Tevna çîrokê rewşa lîwik û bi bêhîsî ya dê çedibe.

Di diyaloga duyemîn de lawik, wekî hemû zaroken birçî an jî  xwestok, rewşa xwe dîsa tînî zimên: “Dayê birçî me.” Vê carê diya wî bersîvek berbiçav dide, lê ev caba dîsa ne cabek lêhatî ye. Bav hînê çuye toxim davejî zeviyê. Di nav çar hevokên kurt de em fam dikin ku xelasbûna lawikê belengaz tune. Me ku caba duyemîn a dê bîhîst, belkî emê bibêjin va çîroka henekî ye, lê nîne. Tevna çîrokê bi bêhîsî hatiye çêkirin. Heta hevpeyvîna pencînî çîrok di rutînek de diçe. Toxim tê avêtin, genim şîn dibe, tê çinandin hwd.

Di hevpeyvîna pencînî de qeziya ku lawik dibêje diguhere, ew dev ji qeziya birçîbûnê berdide: “Dayê min xewn dî.” Di vir de herikîna çîrokê jî diguhere.  Herê, caba dê dîsa diayek e: “Biko xewna te xewna xêrê bî.” Lê diya lawik di vî epîzoda çîrokê de, berevajiya heta niha, rasterast caba lîwik dide. Di epîzoda yekemîn de cabên ku dê dayî bu, ne rasterast bervsîva lawik bu. Lawik her tim digot ez birçî me, dê jî seba haşkirinê cabên xwe dida û ev caban hemu cabên xapînok bûn. Yanê ji alîkî dia dikir û ji alîkî jî dixwast hêviyên nêzik bide lawikê xwe. Lê niha dîsa li alîkî de dia hene lê li alîkî din ve cabên rasterast hene. Dê, xewna lawikê xwe şirove dike. Bi tabîrên dê em fehm dikin ku lawik miriye. Ev hemû gotûbej, hemû diyalog, gotûbêja li ser mirina ji birçîbûnê ye. Dê di vî epîzoda çîrokê de jî bêhîs e. Mirov dikarî bibê, diya lawik ji kevir e. Tu wer dizane ku qet kes nemiriye an jî yekî ku miriye ne lawikê wê dayikê ye.

Gorî min “hîs”a çîrokê ji wî bêhîsiyê tê. Di çel û çar hevokên kurt de, di bîst u du qeziyên hevpeyvînan de giraniya mirina ji birçîtiyê hatiye nişandan. (Şiroveyên ku dê li ser xewna lawik dike, nivîsek xweser dixwaze.) Ev giraniya feqirî û neçariyê ye. Di çîrokê de ne qîrin, ne gazîn, ne nifir û ne jî tiştek dî yê bi hîs heye. Qîrin û gazîn dikare mirovan bi hestyar ke lê nikare fêhma rastiyê di heşa mirov xine.





Ro Dolab e

Berhevkar: Cihan Çelik



1



-Dayê birçî me.

-Biko memir ro dolab e.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, bavê te çuye zeviyê toxim daviye.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, ewê zeviya me hînê şîn bibe.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, zeviya me bostikî dirêj buye.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, ro dolab e.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, bavê te çuye ewê zeviyê diçinî.



-Daye birçî me.

-Biko memir, bavê te ga qoşandine sapê dikişinî bêderê.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, bavê te gam daye sere.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, bavê te ewe gênim dide ber bêye.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, ro dolab e.



-Daye birçî me.

-Biko memir, ewê em gênim dibenê ber çayê dişonê.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, ewe me destar daye sere.



-Dayê birçî me.

-Biko memir, ro dolab e





2

-Dayê min xewn dî.

-Biko xevna te xewn xêrê bî.



-Dayê min xewn dî.

-Biko xewna te xewna xêrê bî, li ser avê rê bî.



-Dayê min xewn dî ga quriya, dayê min xewn dî qirik qiştiya, dayê min xewn dî mî kaliya… dayê min xewn dî…

-Biko xewna te xewna xêrê bî! Ga quriya bavê te ye. Mî kaliya diya te ye. Qirik qiştiya xenga te ye.



-Dayê min xewn dî.

-Biko xêr bî, xewna te xewna xêrê bî.



-Dayê min xewn dî kuşikê tarî, dayê min xewn dî kuşikê runî, dayê min xewn dî koma jinan, dayê min xewn dî koma camêran, dayê min xewn dî, dayê min xewn dî…

-Biko xewna te xewna xêrê bî! Kuşikê tarî mezela te ye, kuşikê runî kefenê te ye, koma jinan şîna te ye, koma camêran Qurana te ye!



-Dayê min xewn dî.

-Biko xêr bî, xewna te xewna xêrê bî!



3

-Dayê birçî me.

-Biko memir, ro dolab e!



-Dayê birçî me!

-Biko memir, ro dolab e! Nanê çaran derket, her çar nîngê gayê me ne!



-Dayê birçî me!

-Biko memir, ro dolab e!


19 Mart 2019 Salı

Bo Zülküf




Me ewqas mirî dît ku, em ewqas mirin ku, mirin çiye me ji bîr kir.

Kê gotibû mîrov ber bi mirinê ve ye? Em her roj dimirin. Mirin her tim ba me ye, ber bi me ve tê.

Pîrê min! Mîrê min! Te digot, ji qaziyê dinê em nayen pirsînê! Lê em qet nepirsin, xençer di dest de çima pê kezeba me digere?

Me carek din zanî, derdê me tunebûna me nîne, hebûna me ye…


5 Mart 2019 Salı

Giliya Miriyek




Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ bikim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe.

Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind bû qe pê nezanîn.

Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê de fîtikek dişewitî, fîtikek ku tê de tavek mirî dibiriqî. Li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên min hatine vekirin. Min nekanî ku bibêm bira dev ji lê gerînê berdin, ez bi şînim. Şîna xwe nagirim na, ne şîna mirina xwe ne jî şîna jiyana xwe. Ez şîna şînê digirim. Min mirekeba reş li xwe kiriye, nav pelûgan de dimeşim. Bi destekî navê xwe dinîvisim, bi desetkekî din jêdibirim.
Ez nikarim devê xwe vekim, paşê min dikujin. Ez nikarim bêdeng biskinim, paşê ez dimirim. 
Zimanê min mor a eniya min e, win ku dixwazin li min xinin ji eniya min de lêxinin. Ez sê caran mirim, careke jî bi destên we bimirim.