Qezî


1
Zarê di me rabûn. 
“Li lo ez tebreka binê ningên we bim.”

2
Artêşa mirinê hat, bi fermanek:

Ûzbaşî go,
“Ji vê dozê veger.” 
Bînbaşî go, 
“Ji dozê veger!”

General go, 
“Veger!”

General teqawit bu. Binbaşî jî. Ûzbaşî jî.
Ew teqawit bûn ez mirim. 

3
Yek ferman da yekî
Yekî çek da dest yekî
Yekî gule barand
Em mirin. 
(Kes nikare tenê bimre. Ez ku mirim, parîkî tu jî dimirî. Tu belkî xwe ji kuştina xwe xelas dikê lê tu nikarê xwe ji mirinê xelas bikê…

4
Ez mirim. 
Ez kirim çalan. 
Ez xwelî me niha. 
Kolek xwelî. 
Xweliya serê te me. 
Xweliya min e li serê te ve dadiweşînin. 
Ez xwelî me bin nîngên te de
Lê qeziya min û te yek e, hînê…

5
Birayê xwe re bibêjim, xenga xwe re bibêjim.
Berê ez mirim, niha jî ewê qeziya min dimire. Qezî ne tenê dengê min e, qezî çavên min in, qezî nîngên min in. Rêya min e qezî. Qezî asoyê min e. 
Ez ku winda bûm hunê xweliyê bibînin.
Xwelî ku winda bû hunê qêziye bibînin.
Qezî ku winda bu hunê êdi nikarin tişteki bibînin…

6
De were, de rabe… 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni