Kayıtlar

Ocak, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Guftûgo Bi Altexan

Resim
  1   Em avetin darê Ez, Mamko û Kaloyê Canikê Ez, mîrê me û mêrê min Sal hezar û nohsed û dewpênc bû   Ro hat ro çû Bozoyê Mamadalî rabû û got: “Ji Xarputê têl lêxistin Li Kurecîkê ar vêxistin!”   Her ku roj hel tê Vedibije cemedê dil Bi tîna xwînê min   Di kilaman da navê min tune Lê xwîna min heye Alte ye navê min     2   Navê te zengilek e Altexan Li nav tacê kulilkek Distirê ber bi rihê me ve  Wek dîsgotinek Dengvedide ji rihê me Altexan