Guftûgo Bi Altexan

 


1

 

Em avetin darê

Ez, Mamko û Kaloyê Canikê

Ez, mîrê me û mêrê min

Sal hezar û nohsed û dewpênc bû

 

Ro hat ro çû

Bozoyê Mamadalî rabû û got:

“Ji Xarputê têl lêxistin

Li Kurecîkê ar vêxistin!”

 

Her ku roj hel tê

Vedibije cemedê dil

Bi tîna xwînê min

 

Di kilaman da navê min tune

Lê xwîna min heye

Alte ye navê min

 

 

2

 

Navê te zengilek e Altexan

Li nav tacê kulilkek

Distirê ber bi rihê me ve 

Wek dîsgotinek

Dengvedide ji rihê me Altexan

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni