Kayıtlar

Kasım, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Seba Heskîfê

Resim
Siya dinê  îro çi qas giran e! Bin taveke cemidî  Kûsiyê tarixê wergerandine ser piştê Heskîf nûxuriya tarixê ne bû ku îro dixendiqînin? Kanê gemiya te li kû ma Nûh?  Nûh, em çima ji vê lesarê xelas bin? Ava dinê îro çi qas giran e! Dinê li me kirine aş Me dihêrin, kevirên bajarê di me dihêrin Av berdane ser qubeyan, minare dizîne Çerxek agirîn digerînin Zimane me nagere ku em bibêjin agir çiye av çiye -Ev çiye silav dide ji çiyan?  -Çeqçeqa mirinê ye! -Ev çiye dibare ji êsmîn? -Xwêya hêstira me ye! Em li zimanê xwe digerin Bi zimanekî biyanî  Em ji xwe direvin Bi çavên girtî  Siya dinê îro çi qas giran e!