Kayıtlar

Nisan, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ro Dolab e: Birçîtî, Feqîrî u Mirin.

Resim
Hunermendê hêja Cîhan Çelîk, ji Qoçgîrî gelek keleporên çandî berhev kir û hînê jî dike. Hisaba wî ya li ser Youtube’ê gencîneyeke pir bi qîmet e. Cîhan Çelîk di 24ê gicugê de vîdyo ya berheveke nû danî hisaba xwe. Navê vîdyoyê “Dayê Birçî Me” ye. Ew nava ku berhevkar bijartiye ne navek şaş e, lê varyantên din bi navên “Dolaba Dinê” û “Ro Dolab E” min bîhîstî bû. Di vî nîvîsê de jî ez navê “Ro Dolab e” tercîh dikim. Ez dixwazim li ser vî “çîrok”a herî balkeş de dû sê têbîniyên xwe berpêş kim. Berî her tiştî ez dixwazim li ser forma vî “çîrok”a xweser parîkî biskinim. Ji serî heta binî ew hevpeyvînek e. Bi “diyalog”an ve çê bûye. Tenê bi hevpeyvînan çîrok gotin taybetiyek wêje ya Qoçgîrîyê ye. Li cem formên din, bi forma hevpeyvînê xêllik çîrok hene. “Ro Dolab e” jî yek ji wan e. Di vî çîrokê de dayikek û lawikek hev re dipeyîvin. Bi du qeziyên pêşinî de mijara sereke yê çîrokê xuya dbe. Lawik birçiye, dê dixwazî wî haş bike. Yanê meseleya bingehîna çîroka me kêmberî ye, x