Kayıtlar

Ocak, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Rûnivîs

                              Bo Selîm Temo û  herdu Cemalan   1 Ez dergûş a  ziman ê xwe bûm, dergûşek di dergûşa zimên da. Gurifa reş xewa min dipêçîya gurifa sipî heşa min. Ez xewnek bûm di xewa dinê da. Roj û şev li rûyê dayika min da didan pê hev. Min şîrê mangeya kadizê dimît ji çiçikên êzmîn, şîrê stêrkan ji gûsterkên şevê, şîrê lavînên serê sibê, şîrê kilamên bayê gazan.      2 Bi sîya tifingan ve ketin heyata xênî. Zarokek li ser şêmûga dêrî dilalijîya, enî bi tenî. Sal sala ar barandina çiyayêd me bû. Sala xwelî weşandina ser serê me.  Sal û zeman nema bû. Got, “Asmen ra roz vînato.”     3 Em kirin rêyeke. Bin sîya tifingan da “Kutîyên berîya tarîxê diewtîyan.” Destara dinê li ser me fireh digerîya. Roj û şev diketin tev hev. Di paşila zimanê xwe da ketibûm xewê, di nav tora zimaneke qurbetî da heşar bûm. Gotin, jana laş diçe êşa dil dimîne.     4 Min her dil kir binivîsim, pênûsa min jêbir.  Karê pênusê ye jêbirin.  Mirekeba mirinê ji kûzê jîyanê dirije. Rêçên temen dimîne l