Rûnivîs

                              Bo Selîm Temo û herdu Cemalan


 

1

Ez dergûşa zimanê xwe bûm, dergûşek di dergûşa zimên da. Gurifa reş xewa min dipêçîya gurifa sipî heşa min. Ez xewnek bûm di xewa dinê da. Roj û şev li rûyê dayika min da didan pê hev.

Min şîrê mangeya kadizê dimît ji çiçikên êzmîn, şîrê stêrkan ji gûsterkên şevê, şîrê lavînên serê sibê, şîrê kilamên bayê gazan. 

 

 

2

Bi sîya tifingan ve ketin heyata xênî. Zarokek li ser şêmûga dêrî dilalijîya, enî bi tenî. Sal sala ar barandina çiyayêd me bû. Sala xwelî weşandina ser serê me. 

Sal û zeman nema bû.

Got, “Asmen ra roz vînato.”

 

 

3

Em kirin rêyeke. Bin sîya tifingan da “Kutîyên berîya tarîxê diewtîyan.” Destara dinê li ser me fireh digerîya. Roj û şev diketin tev hev.

Di paşila zimanê xwe da ketibûm xewê, di nav tora zimaneke qurbetî da heşar bûm. Gotin, jana laş diçe êşa dil dimîne.

 

 

4

Min her dil kir binivîsim, pênûsa min jêbir. 

Karê pênusê ye jêbirin. 

Mirekeba mirinê ji kûzê jîyanê dirije. Rêçên temen dimîne li ser rûpelên genimî. 

Kevalberek e rûyê mirov, mixa gerdûnê destnivîsa xwe lê dihêle.

 

Got, kî distire?

 

Derzîya êşê li ser plaqa gerdûnê dizivire.

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni