Kayıtlar

Ağustos, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Kilama Melekê

Goşt ê min  Ji xweliya bin nîngê melekek e Tozê stêrkan e  Goştê min (Min dixwast nav xweliya bin nîngê wê melekê de razêm şevekî û şevekî din û şevekî dî… Yê ku şev nediye roj hîç nediye, ne?) Ez di xewna melekek de heşar bûbûm rojekî Ten ê rojek min bû ev jî ev roj bû Ev çend salin ku dikim  Dîsa li ser birûy ê n melekek de rakevim (Laş ê min li tozê rojan ve qeliviye lê ez naxwazim bimrim wisa) Nizanim çend sal rabirtin Ne dikanim raz êm ne dikanim heşar bim Çi xewnek kûr bu Xwad ê Min çi kir çi nekir nezanî rêya meleka xwe  dirust kim (Min nezanî ku xewa melekan tune ye. Min nezanî ku ez di xewnek b ê xew de me. Ez çawa bi nezanîna xwe werim ber deriyê te?) Ax a me yek e.  Cesedê min  dardakin  li ser bijangên te.