Kayıtlar

Temmuz, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Șina Sari Silêman

Resim
    Pêr li Qerecehemed me kalek xwe şand cem dê û bavê xwe, cem xenga xwe, cem pismam û dûtmamê xwe, cem birazî û xarziyê xwe. Min kal go ne? Na na min şaş kir, ew kal nebû, ew xortek ji xortên Hîzolan, zarokek ji zarokên Qoçgîrî bû. Çiyayê pişt a me, kêranê xaniyê me bû.   Rêya Qerecehemed ku dibên rêyek pan e Sari Silêman ku dibên xortê Saran e Hûsê Gago û pîra Sultan ku hînê sax bûn Ew derket rê, got ka Stenbol çitan bajar e   Ez zarok bûm min jê pirsî Çima xalo me terka çiyayên xwe da?   Got “Çiyayê di me digot rabin herin, deştê di me digot rabin herin, zeviyê di me digot rabin herin, avê di me digot rabin herin, têritûrê di me digot rabin herin. Nan zikê me têr nedikir, xwê bizinê di me têr nedikir.”   Xalo, ew çitan Qoçgîrî bû têra Qoçgîrî nedikir?   Got “Navê me mora heniya me ye Koç a mezin yazûya me ye Qedera me mûnandine bi bendika reş Qoç a felekê her tim li ser singê me ye.   Rêya Stenbolê rêyek dûr bû Birîna eşîra Qoçgîrî birînek kûr...