Șina Sari Silêman
Pêr li Qerecehemed me kalek xwe şand cem dê û bavê xwe, cem xenga xwe, cem pismam û dûtmamê xwe, cem birazî û xarziyê xwe. Min kal go ne? Na na min şaş kir, ew kal nebû, ew xortek ji xortên Hîzolan, zarokek ji zarokên Qoçgîrî bû. Çiyayê pişt a me, kêranê xaniyê me bû.
Rêya Qerecehemed ku dibên rêyek pan e
Sari Silêman ku dibên xortê Saran e
Hûsê Gago û pîra Sultan ku hînê sax bûn
Ew derket rê, got ka Stenbol çitan bajar e
Ez zarok bûm min jê pirsî
Çima xalo me terka çiyayên xwe da?
Got
“Çiyayê di me digot rabin herin, deştê di me digot rabin herin, zeviyê di me digot rabin herin, avê di me digot rabin herin, têritûrê di me digot rabin herin. Nan zikê me têr nedikir, xwê bizinê di me têr nedikir.”
Xalo, ew çitan Qoçgîrî bû têra Qoçgîrî nedikir?
Got
“Navê me mora heniya me ye
Koç a mezin yazûya me ye
Qedera me mûnandine bi bendika reş
Qoç a felekê her tim li ser singê me ye.
Rêya Stenbolê rêyek dûr bû
Birîna eşîra Qoçgîrî birînek kûr bû
Xortên nevcîvan rabûn gotin qurbet
Wek birayê mirinê bang me kiribû.”
Xalê bavê min bû xalê Silêman. Pênce sal berê em rabûn hatin, sê ro li mala wî ya Fîkîrtepeyê man. Silêmanê Saran, bûbû “Sari Silêman.” Eşîra Saran giran giran ji hespê zimanê xwe pêya dibû, li erebeya bajêr siwar dibû. Axirî Sari Silêman jî bû yerlû.
Stenbol ku dibên bajarek herî mezin
Xwediyên xwe pir bi çalim û pir bi naz in
Mala te bişewite welatê xwînî
Me can da te, te zimanê me kir binî
X
xxx
Jêrenot
1
Saran, aşîra herî mezin a Qoçgîrî ye.
2
Hîzol an jî İzol aşîrek ji aşîrên Qoçgîrîyê ye.
3
“Yerlû” peyvek wek deyn ji Tirkî hatiye girtin, mane ya xwe ne “nîştecîh” e lê “mirî” ye, kî ku li kuderê hatiye defn kirin ew “yerlû”yê wê derê ye. Xalê Silêman êdî “yerlû”yê Stenolê, nîştecîhê Qerecehemed e. Xalê me yê ezîz, xortê feqîr û rêbenê Qoçgîrî piştî heyştê salan, nêzikî sed saliya xwe, tava ku berê xwe da axîretê, êdî zûde bûbû giregirêk Qoçgîrî.

Yorumlar
Yorum Gönder