31 Mayıs 2019 Cuma

Gulbanga Serê Sibê


“Ya melekê di serê sibê!”
Bavo, eceb tu di xewna xwe de çi dibînî niha? Çend sal bû nizanim ku min ji devê kesî va gulbanga nebîhîst. Ya melekê di serê sibê win li kuderê ne? We em cîhiştin an me xwe ji we dûr xist? Xeynî di nav xewnên giran, ne em qala we dikin ne jî win xwe ji me ra xuya dikin. 

--

“Va şeva dîsa dirêj bu ne lawo?” 
Wan rojana şevên me pir dirêj in. Em dikinê nakinê sibe nabe û bi me re wer xuya dike ku şev robiro dirêjtir dibin. Êdî şev dirêj in yan ro dirêj in min tevlihev kir. An jî belkî ro û şevên me tevlihev bûn. Çi dibe, çitan dibe, çima dibe fama min nagêşî ku ez ji we re deng bikim. Fama min, fama me robiro kêmtir dibe wan rojana. Canê me robiro tengtir dibe. Herê, wer dibe, nexweşî ku hat ne fam dimîne ne haş ne jî hedûr. Şev dirêj dibin, ro dirêj dibin, saet dirêj dibin, fam kêm dibe, heş winda dibe, can teng dibe. Herd û êzmîn teng dibin. Velhasıl niha ro teng û dirêj e. Şev teng û dirêj e. Fam kêm e. Can teng e. Hedûr tune ye. 

--
Îşev jî em disan di xestexaneyek de bûn. Me go dîsa sibe dûr e, qasî emrek dûr e. Mirin nêzik e. 
“Belkî sibeya îşev nayê lawo.”
Ma va çitan sibeye ku nayê? Çextê sibe nehatiye, te caran tiştek wer dît? 
“Siba herkesî yek nine. Li wî welatî de kesî re sibe qet lazim jî nine.”Ma çitan? Ew kî an jî kê ye ku sibê naxwaze? 
“Min negot ev sibeyê dixwazin. Min got sibe ji kesî re lazim nine.”Yanê dixwazin hema ne lazim e, ne? “Na, ne dixwazin ne jî lazim e. Ger wana bixastana banê sibê dikirin. Te qe li wan deran bîhîst yek banê sibê dike? Yekî ku hebî sibê bixwaze, sibe ne tenê seba yê ku xastiye tê, lê seba yê dî jî tê. İro, sibe kesî re lazim nine. Saet di baskên wan de hene, telfonên wan ê baqil hene, hema ne royê dizanin ne şevê, ne êvarê dizanin ne sibeyê. Ne tarîyê, ne ronîyê…” 

--

“Ya melekê di serê sibê!”
Di berbanga sibê de deriyê mala me ya gund bi wê gulbangê vedibû. Dapîra min, pîra Xeco bê dua, bê gulbang derî venedikir. Çextê ku derî vedibû min wer dizaniya ku gîştî melekên alemê rabûne hatine ber deriye me, dixwazin bibin mîvanê mala me û dapîra min jî bi lez û bez, bi dilşahiya xwe wana banê hundur dike.
“… Ya meleke di serê herd û êzmîn. Ya melekê di serê kanî û nahalan. Ya melekê di ser…”
Em çima wer zû radibûn, me çima bê lavîn derî venedikir û ew melekê di her tiştî çima dihatin ber derê me min qet fam nedikir. Fam nedikir lê pir jê hezdikir, him ji lavîna dapira xwe pir hez dikir him jî bi hatina melekan. 

--
“Xadê di berbanga sibê de rizqê herkesi û her tiştî belav dike. Yên ku zû radibin heqê wan ji yê dinan zêdetir dibe.”
Yanê em tenê seba riziqên xwe ji xewa xwe yên şîrîn radibûnê? Seba parîkî nan, mast û toraq? “Na na lawo. Xwadê zatî rizqa her mexluqatî dide. Rizqê însan ne tenê xwarin e. Merû tim mehrûme. Bê dua, bê lavîn çerxê dinê qet nagere. Her tim îmdada Xizir, alikariya melekan lazim e.”
imdada Xizir? Herê, navê Xizir him di gulbangên serê sibê de hebu, him jî bişev, biro, di her saetê de qala wî dibû. Xizir kal bû lê qet li şuna xwe da nediskiniya; li çiyan, li gazan, li golan, li behrê, li her derê, canê xwe ku kuder kişandiye li wê dere amade dibû. Li ku ki melek heye, li wê derê Xizir jî heye. Kal bû hema çê bû. Loma herkes alikariya wî dixwast. 
--
Ya Xizirê kal, ya Xizirê ser kelek û gemiyan; tu îmdada me de dîdar be!”Herê, ew him li ser tapê çiyan, him jî li ser kelek û gemiyan bû. Bi rastî, min wê gave ne kelek dizaniya ne jî gemî. Navê deryayê, navê behrê min bîhîstî bu lê çiye, çi tebaye, tê xwarinê an tê kirinê min nedizaniya. Derya, Xizir, melek… sê tiştên bi efsûn, tişten xweş, lê tiştên nediyar. Tenê tiştek di wan gulbangan de hebû ku min didît. “Hîva zerî.” “Ya hîva zerî!”Wekî Xizir, wekî melek, me bang li wê jî dikir. Hîva zerî. Ez şaş dibum dimam ku efsûn ji peyva “hîv”ê derdikevî ser hîvê an hîv bixwe efsûn dibarîne ser peyvê?
Herê, hîv bi efsûn bu. Ev demekî winda dibu. Demekî din dibû keman. Paşê digêşt nîviya xwe. Axirî dibû hîva tijî. Hîva tijî wek “hîva zerî” bi efsûn dihat bo min. Zatî hîva tijî demeki sîs sipî be, demekî din vedigere sor û ê dîn dibe zer. 
Him hîv bixwe bi efsûn bû him jî peyva hîvê bi efsûn bû. Efsûna “hîva zerî” jî belki di hîva tijî de bîle tune bu. Demikî ketibu ber min, ji ser zimanê min nedihat xwar, heta ku kulfetê malê bêzar dibû û hêrs diket min wek kilam digot: “Hîva zerî, hîva zerî…”
--
“Tu dizanî, diya te îsal nekanî rojiya Xizir bigirî.”Erê, ez dizanim. Îsal sala nexweşiyê ye. Îsal, sal bixwe nexweş e. Erê, sal bixwe jî nexweş dikevin, îsal jî salek ji wan salan e. “Rojî negirt hema bişev biro banê Xizir dike.”
--
Di nav cilê xwe de kul bû û dest bi gülbangê kir:  

“Ya sîwarê pêşiya rohelatê, 
ya Xizirê ser kelek û gemîyan 
xwedanê bêkes û bêxwedîyan 
ya melekê di serê herd û êzmîn, 
ya hîva zerî, melekê di serê sibê 
ya Xizirê kal, tu ji me ra bibe rêber û heval! 
Ya Heq, ya Elî, ya pîr!”

--
“Ya Heq, ya Elî, ya pîr!”
Rêza paşinî sê caran got û dîsa ramedî ser doşega xwe. 
Oda me li qata dewheyştan de ye. Şuna ku bîna çêkirine şuneke bilind e. Loma em her derê Stenbolê ji jur de dibînin. Mij û dûmana hevayê û qilêra metropolê tevhev bûye, seriyê di balexaneyan nav mij û duman de winda bûye. Balexane wek heyula ne. Tabelayên bi ronahî nav tariye de çavên meran digirin. Nav tabelayên herî mezin de du tabelayêk xestexanakî bala meran dikişine. Qey dixwazin wek hîvê ev jî bi efsûn xuya bikin. Tabelaya yekî zer, yekî sor e. “Ya xestexanaya zerî.” Çêbû? “Ya xestexanaya sorî.” Na! Qut nebû! Xizir, melek, hîva zerî. Toxtor, hemşire, tabela. Belkî toxtoran de parîkî nefesa xizir, hemşireyan de destên melekan hebin, lê di tabelayan de efsûna hîvê caran dibî?

--
“Ya xwediyê bayê serê çiya û gazan.”
Xizir li herderê ye. Lê dîsa jî ew hindik şundan ji yê dinan zêde hez dike. Çeman. Kaniyan. Deryayê. Çiyan. Goman. Ew xwedanê wan e. Ew wana bixwe ye. 
“Ya arê ocaxê pîr û dapîran.”
--
Gelo, him bixwe ye him jî xwedî ye? Herê, him bixwe ye, him xwedî ye. Him jî melekê di wan deran e. “Ya melekê ser goze û kaniyan!”
Herd jî ew e, melekê herdê jî ew e, bereketa herdê jî ew e. Him sabît e him tevgerî ye. Seba feqîr fiqeran, seba sewiyan, seba kal û pîran, seba xwedîderdan tuyê banê wî bike her tim. “Ya Xızır, ya tîrêja royê, ya şewqa hîva zerî, me ji bîr meke were malan, me ra bibe mîvan!”




8’ê Gicugê, 2019, Stenbol