Kayıtlar

Temmuz, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Rêwîtiya Dûr

Em hîn ê  ji mal derneketibun r ê wîtiya me dest p ê  kiribû. Me nedizaniya ku em diçin l ê  me dest p ê  çuyine kiribû. Me dîl da. Me dîl da û em rê ve ketin.  Em hîn ê ji mal derneketibûn rêwîtî dest pê kir. Rêwîtiya me. Berî her tiştî zimanê me dest pê guherinê kir, tu ku dipirsî. Wekî dest pê kirina guherina axê, hewayê, agirê û avê. Me nedizaniya ku em diguherin l ê me dest pê guherinê kiribû. Li vê rê de giran giran em her yek dibûn yekî dî. Mal ê di me heldiweşiyan. Aqlê di me. Perestîşgehên me. Bîrdarên me. Bîrdarên hundirên me, derveyî me. Heldiweşiyan. Me digo gelo va reya r êkî çi xweş e!  Niha, dahol ê rojan  navê di me dimale ji rupelê bîran di dil de  fîz û fîz in kilamê di jiyan gava ku çem ê şevê  hêşa me dixendiqand me çav dikir ku êdî em bigîhîjin jiyaneke nû! em berê ji kincê di xwe xelas bûn, paşê em ji navê di xwe xelas bûn, me nedizaniya ku em ji zimanê xwe jî xelas dibin, lê me digo em ji qedera xwe xelas bin!  Gotin n

Çeto bira!

Seba xatir ê  Çetin Kılınç Kî me hanî û danî nav Stenbol ê  Çeto? Em merûy ên hev bûn, me nekanî bibinê hevalê  d i hev jî Çeto. Va bajara dinê  ne merûtî dizane ne jî hevaltî Çeto.  Çeto bira ez nizanim ji te re çi bibêjim? Te mirin ji kuderê derxist danî nav min û te Çeto, bira! Em hev re seba Alîşer û Zerîfe gîriyanê lê  me nezanî kîjan r ê  r êya wan e Çeto. Ev bo jiyanek serazad mirin, me bo mirinê jiyana xwe ji desten xwe avet ser sêrgûyan Çeto.  Ez nayem ser mezela te Çeto. Bijang ên te nûra çavê  di te girtine bin koz ê , min bîhîst. Ez çitan xeliy ê  bav êjim ser çav û can û cesedê  te? Te negot em ê an  hev re herin ê  bihûşta din ê ya azad an jî hev re bimirinê,  Çeto? Te çima qeziya xwe xwar Çeto bira? Çeto bira, ez nab êm de were. Min rind zanî, ê  ku çû qet nay ê. Tu dizanî Hesret çû. Cemal çû. Baba çû. Heval û hogirê di min û te çûn. Kes nehat.  Em berx ê  di ber komekî bûn. Felek a  xayîn wekî gûr ê  har ket nav me hûr hûr tev da. Hesret çongir li dest çû. Cemal rû