Ro Dolab e: Birçîtî, Feqîrî u Mirin.
Hunermendê hêja Cîhan Çelîk, ji Qoçgîrî gelek keleporên
çandî berhev kir û hînê jî dike. Hisaba wî ya li ser Youtube’ê gencîneyeke pir
bi qîmet e. Cîhan Çelîk di 24ê gicugê de vîdyo ya berheveke nû danî hisaba xwe.
Navê vîdyoyê “Dayê Birçî Me” ye. Ew nava ku berhevkar bijartiye ne navek şaş e,
lê varyantên din bi navên “Dolaba Dinê” û “Ro Dolab E” min bîhîstî bû. Di vî
nîvîsê de jî ez navê “Ro Dolab e” tercîh dikim. Ez dixwazim li ser vî “çîrok”a
herî balkeş de dû sê têbîniyên xwe berpêş kim.
Berî her tiştî ez dixwazim li ser forma vî “çîrok”a xweser parîkî
biskinim. Ji serî heta binî ew hevpeyvînek e. Bi “diyalog”an ve çê bûye. Tenê
bi hevpeyvînan çîrok gotin taybetiyek wêje ya Qoçgîrîyê ye. Li cem formên din,
bi forma hevpeyvînê xêllik çîrok hene. “Ro Dolab e” jî yek ji wan e.
Di vî çîrokê de dayikek û lawikek hev re dipeyîvin. Bi du
qeziyên pêşinî de mijara sereke yê çîrokê xuya dbe. Lawik birçiye, dê dixwazî
wî haş bike. Yanê meseleya bingehîna çîroka me kêmberî ye, xizanî ye, feqîrî
ye. Guftûgoya ewîl de lawik “Dayê birçî me” dibeje, em ji caba dê de derdixinin
ku nan tuneye. Rewşa malê pir xedar e. Lawik nêzikê mirinê ye. Caba dê ji alîkî
ve wek dia ye û ji alîkî ve jî tirsa dilê wê nîşan dide. “Biko memir!” Biko,
nêzikê mirinê ye. Lê di caba dê de ne qîrin û ne jî gazin heye, tenê dike hêviyek
neberbiçav bide xuyakirin: “Ro dolab e.” Ro diguhere, îro nanê me tune, belkî sibe
hebe. Tevna çîrokê rewşa lîwik û bi bêhîsî ya dê çedibe.
Di diyaloga duyemîn de lawik, wekî hemû zaroken birçî an
jî xwestok, rewşa xwe dîsa tînî zimên:
“Dayê birçî me.” Vê carê diya wî bersîvek berbiçav dide, lê ev caba dîsa ne
cabek lêhatî ye. Bav hînê çuye toxim davejî zeviyê. Di nav çar hevokên kurt de
em fam dikin ku xelasbûna lawikê belengaz tune. Me ku caba duyemîn a dê bîhîst,
belkî emê bibêjin va çîroka henekî ye, lê nîne. Tevna çîrokê bi bêhîsî hatiye
çêkirin. Heta hevpeyvîna pencînî çîrok di rutînek de diçe. Toxim tê avêtin,
genim şîn dibe, tê çinandin hwd.
Di hevpeyvîna pencînî de qeziya ku lawik dibêje diguhere, ew
dev ji qeziya birçîbûnê berdide: “Dayê min xewn dî.” Di vir de herikîna çîrokê
jî diguhere. Herê, caba dê dîsa diayek
e: “Biko xewna te xewna xêrê bî.” Lê diya lawik di vî epîzoda çîrokê de,
berevajiya heta niha, rasterast caba lîwik dide. Di epîzoda yekemîn de cabên ku
dê dayî bu, ne rasterast bervsîva lawik bu. Lawik her tim digot ez birçî me, dê
jî seba haşkirinê cabên xwe dida û ev caban hemu cabên xapînok bûn. Yanê ji
alîkî dia dikir û ji alîkî jî dixwast hêviyên nêzik bide lawikê xwe. Lê niha
dîsa li alîkî de dia hene lê li alîkî din ve cabên rasterast hene. Dê, xewna
lawikê xwe şirove dike. Bi tabîrên dê em fehm dikin ku lawik miriye. Ev hemû
gotûbej, hemû diyalog, gotûbêja li ser mirina ji birçîbûnê ye. Dê di vî epîzoda
çîrokê de jî bêhîs e. Mirov dikarî bibê, diya lawik ji kevir e. Tu wer dizane
ku qet kes nemiriye an jî yekî ku miriye ne lawikê wê dayikê ye.
Gorî min “hîs”a çîrokê ji wî bêhîsiyê tê. Di çel û çar
hevokên kurt de, di bîst u du qeziyên hevpeyvînan de giraniya mirina ji
birçîtiyê hatiye nişandan. (Şiroveyên ku dê li ser xewna lawik dike, nivîsek xweser
dixwaze.) Ev giraniya feqirî û neçariyê ye. Di çîrokê de ne qîrin, ne gazîn, ne
nifir û ne jî tiştek dî yê bi hîs heye. Qîrin û gazîn dikare mirovan bi hestyar
ke lê nikare fêhma rastiyê di heşa mirov xine.
Ro Dolab e
Berhevkar: Cihan
Çelik
1
-Dayê birçî me.
-Biko memir ro dolab e.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, bavê te çuye zeviyê toxim daviye.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, ewê zeviya me hînê şîn bibe.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, zeviya me bostikî dirêj buye.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, ro dolab e.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, bavê te çuye ewê zeviyê diçinî.
-Daye birçî me.
-Biko memir, bavê te ga qoşandine sapê dikişinî bêderê.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, bavê te gam daye sere.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, bavê te ewe gênim dide ber bêye.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, ro dolab e.
-Daye birçî me.
-Biko memir, ewê em gênim dibenê ber çayê dişonê.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, ewe me destar daye sere.
-Dayê birçî me.
-Biko memir, ro dolab e
2
-Dayê min xewn dî.
-Biko xevna te xewn xêrê bî.
-Dayê min xewn dî.
-Biko xewna te xewna xêrê bî, li ser avê rê bî.
-Dayê min xewn dî ga quriya, dayê min xewn dî qirik qiştiya,
dayê min xewn dî mî kaliya… dayê min xewn dî…
-Biko xewna te xewna xêrê bî! Ga quriya bavê te ye. Mî
kaliya diya te ye. Qirik qiştiya xenga te ye.
-Dayê min xewn dî.
-Biko xêr bî, xewna te xewna xêrê bî.
-Dayê min xewn dî kuşikê tarî, dayê min xewn dî kuşikê runî,
dayê min xewn dî koma jinan, dayê min xewn dî koma camêran, dayê min xewn dî,
dayê min xewn dî…
-Biko xewna te xewna xêrê bî! Kuşikê tarî mezela te ye,
kuşikê runî kefenê te ye, koma jinan şîna te ye, koma camêran Qurana te ye!
-Dayê min xewn dî.
-Biko xêr bî, xewna te xewna xêrê bî!
3
-Dayê birçî me.
-Biko memir, ro dolab e!
-Dayê birçî me!
-Biko memir, ro dolab e! Nanê çaran derket, her çar nîngê
gayê me ne!
-Dayê birçî me!
-Biko memir, ro dolab e!
Yorumlar
Yorum Gönder