Ziman û genim
26'e îlonê ez li Amedê bum. Selîm Temo, moderatoriya civîna me kir. |
Navê civîna me,
navê konferansa me genim û ziman e, wekî hun dizanin. Du tiştên ji hev dûr in
genim û ziman. Gelek dûr in. Hun ê bipirsin, ê madem ku tu van herduyan ji hev
dûr dibîni te çima ew hanîn cem hev?
Va pirsik ne
fizûlî ye, lê bersîva vê pirsê ez jî nizanim. Hunê belkî bibên lo keko te xwe
şaş kiriye, te çi li xwe kiriye? Tu berê navikî davejî holê û dibê kerem kin
werin em der barê genim û ziman de biştexilin. Em rabûnê hatinê niha jî tu
dibê du tişten ku navê wî konferansê de hene ew li hev nayn, nayn cem hev. Paşê dibê ka bipirsin çima cûda ne, me jî pirsî, vê gavê jî tu dibê welle ez jî
bersîvê nizanim. Tu ji ber xwe de diaxivî, çi dike?
Ez bersîvê
nizanim, nizanim lê ew çend salin ku lê digerim. Min îsal va lêgerîna xwe bir
serekî. Min ne qedand, lê bir serekî. Ez dizanim va lêgerîna min li vî serîkî
jî nasekinî.
Rû û Kûr di nav weşanên Avesta de derket. |
Niha ez ê
dîsa vegerim ewil, vegerim şuna ku ez rê ve ketim. Du peyvên me dest me de hene.
Du kelîme. Yek genim e yek jî ziman e. Me ku rû de lênêrî, ji hev cuda ne,,,,
lê me ku sêrê hêla kûr kir, nav hevdûyan de hinek têkilî xuya dikin. Pirtûka
min, bi têkilîya genim û zimên şekîl girt. Ne tenê pirtûk, ez bixwe jî bi eleqe
ya herduyan gêştime şiklekî. Hestî û goştê min ji gênim û ziman hatiye çêkirin,
ji genim û zimanê Qoçgîrî.
Genim ji
herdê tê, ziman jî ji êzmîn (ji asîmanan) tê.
Genim li her
derê dinyayê genim e. Tê ajotin, tê çinandin, tê hêrîn, tê kutin, tê kirîn, tê
firotin, filan bêvan… Lê navê gênim û mana ya gênim, li her derê dinyayê cûda
ye.
Ji hêla aborî
ve qîmeta gênim pirr e. Ji alî sembolîk ve jî qîmeta xwe pirtir e. Qîmeta ekonomîk di miktara gênim de ye, genim ku
çiqas pirr e qîmeta ekonomik a genim jî weqes pirr e. Qîmeta ekonomîka tiştekî,
herkes dizanî ku buha ya tiştekî ye. Buhayê kîlok, buhayê kodek, buhayê tonek
herkes dikaribî bizanî. Le qîmeta gênim a simbolîk hundurê hebik gênim de jî
xwe dide xuya kirin. Qîmeta simbolîk a tiştekî ne girêdayîyê hêjmar, an jî ne
girêdayiyê giranî, an jî ne girêdayiyê dirêjîyê ye.
Di pirtûka
min a ku vê heftê derketiye de ez sê caran qala genim dikim. Carê tê gotin ku di
wan çaxan de li Qoçgîrî genim firotin aybik giran bu. Ji alîkî ve va çîroka
qala qîmeta aborî dike, ji alîkî din ve jî qala qîmeta sembolîk dike. Yanê ez
dibêm genim ji alîkî ve tiştekî ekonomîk e, ji alîkî din ve tiştekî ne ekonomîk
e, lê simbolîk e… niha, lazim e ku hun ê dîsa bipirsin, va çawa tiştek aborî ye
ku firotin eyb e, hem jî eybek giran e.
Li vira jî
alîyê qîmeta sembolîk, alîyê qîmeta remzî, qîmeta dawerî derdikevî hemberî me.
Alîye aborî, alîye ekonomik alîyê rû ye, lê aliyê sembolîk aliyê kûr e. Li
derikî ku aborî, ekonomî derket pêşîya her tiştî, li wê derê civatek tê holê;
li derîkî ku qîmeta sembolîk derdikevî peşî her tiştî, li wê dere civatek din
tê holê. Ev herdu civat, li hev nayn in. Yek civata xelatê ye, yê din civata buha
ye. Civata xelat,,,,, civata parvekirinê ye, civata şeref e, civata dî, civata
aborî, civata ekonomîk, civata vêşartinê ye, nijinandinê ye, hejmartinê ye. Ya
yêkînî da, ya yekemîn de qala peran nabî, ya dudunî, ya duyemîn de xeynî ji
peran qala tiştikî nabî.
Di çîrokikî
de jî qezîk heye, qehremanê çîrokê dibejî: “Zimanê Qoçgîrî ji genimê Qoçgîrî
pirtir e……. Ew belkî birçî diskinin….. lê qet bêqezî naskinin.”
Wekî her
civatan, wekî her miletî ew jî hêkatan deng dikin, kilaman diben, yaraniyan
dikin, zeman dikin, dua u nifir jî ji deve di wan de kêm nabî, pesn û gef jî…
Lê ew axaftinê zêde hez dikin. Bi şehvet, bi bah hez dikin. Yaranîk nav
Qoçgîrîyan heye,,,,, dibên ku ji malikî ku nîv saet deng dernekevî, bibezin herin
dêrî lêxinin, herhal xelkê wê xanîyê nexweş ketine. Ku saetek deng ne hat, hun herin
mezelikî vedin,,,, ê ku nemirine çitan/çawa saetikî bêdeng, bê qezî û axaftinan
dikarin bisekinin?
Çîroka
paşinî, ya dawî jî li ser gênim e. Navê çîrokê “mora gênim” e. Di wê çîrokê de
du wêne û qezîk hene. Wêne ya yekemîn de
du zarok lihev didin, çima, seba parîk xwarinê, sebetî parîkî goşt… Wêne ya
duyemîn de, (((ya dudunî de))) em hebikî gênim dibînin… Genim li kefa destikî
de ye. Me ku heba genim hanî ber çavên xwe, em dibînînê ku nav hebê de xêzik
heye. Qezî jî…. ji wê xêzê derdikevî. Ew xêza, mora xwedê ye. Em ji devê
dapîrikî hîn dikinê ku… xwedê xêzik kişandîye gênim… û gotiye ew more, nîviye
gênim ya xeng-birayikî ye, nîviyê din ya xeng-birayikî ye… Ba Qoçgîrîyan, va
xêza wek fermana Xwedê tê girtin. Tenê hebik genima we jî hebî, hun ê divê vî
hebî parvekin. Hun nikarin tenê bixwin, hun nikarin ji xwe re veşêrin…
Wek min
gotibu, aboriya Qoçgîrî, ekonomiya Qoçgîrî, aboriya xelat ê, aboriya yadîgar e
aborîya hediye ye aborîna parvekirinê ye. Qoçgîriyan loma genim firotin
şermezar kirine.
Helbet wan
jî ji hev gênim digirtin û didan hev. Lê genim, wekî kilora niyazkî, wekî
gêrmiya îmaman, wekî şîva xêra miriyan, wekî goştê qurban nedihat firotinê. Yekî
ku genim digirt, helbet ber ve tiştik dida, belkî êrxatî dikir, belkî tedarika dermala
bûyan digirt ser xwe, belkî şivantî dikir lê belkî ber ve xelatik dida le qet pere
nedida. Yanê ew peran dizanin, axsate ya
bi peran jî dizanin, qîmeta genim cem wan pirr e lê buha ya gênim tune ye. Şermezar
kiribun ku yek genim bide û peran bixwazî an jî yek bixwazî bi peran gênim bikirrî.
Dema hevokên
min guherî dema borî. Dikirrin, nedigirtin, nedidan, nedixastin, şermezar
kiribun... Îro him dikirin him jî difroşin. Koç a Qoçgîrî ya dawî koçek gir û
ber bi têkçûnê ve bu. Ji gund u şarên xwe malên xwe bar kirin û di metropolan
de danîn…. Pêvajoyêk pênce salan de, pênce çiye, nav çel salan de ziman jî
heliya sembol û ol jî heliya. İro jî pêvajoya helişinê berdewam e. Îro ne birçî
ne, ne tî ne, dewlemend bûne, pere dîne, ne qiseheta qurbetê maye, ne kemasiya
tiştekî dikişînin, îro genimê wan pirr e, lê îro zimanê wan dihelî tere.
Çel û penc
salan berê, çaxa ku ez li gund bum, sê caran tev ceman bûm. Cem, hun dizanin,
ayîna qizibaşanê olî ye. Seyit hat, civat girêda u em jî ketine cemê. Di wan
ceman de min tenê belkî du belkî sê hevokên bi tirkî bihîstî bûm, çar nebîhîsî
bûm…. û an du an jî sê deyîş bi tirkî hatin gotin. Deyiş, hun dizanin, kilamên
olî yên qizilbaşan e, bi Kurmancî em bi navê “kilamen seyitkî” tînîn zimên. Yê
ku dizanî zatî dizanî, ez seba yê ku nizanin dibejim, cem ayînek pir dirêj e.
Gegana, carcaran digêşî şeş saetan.
Ez îsal li
stembolê jî tev cemekî bum. Min tenê du hevokên kurmancî bîhîst. Zakîran bi
kurmancî tenê du beyit xwandin. Aboriya xelat a Qoçgîrî wek zimanê Qoçgîrî
heldişî tere. Niha herkes buhayê genim dizanî lê kes qîmeta gênim nizanî.
Herê rast e,
îro nav xortên me de yên ku dixwazin qîmetê bidin zimanê’d dê û bavên xwe jî
kêm nînîn, lê vê carê jî buhakî mezin derdikevî hemberî wan. Li mektebê, li
derdora van, li malên van, li ofis an jî karxaneyên ku dişuxulin zimanê xwe
nabîhîsin. Stembol, ne tenê bajarek herî mezinê dinyayê, bajarek herî mezinê Kurda
ye jî. Belkî sê, belkî çar milyon Kurd tê de ne. Lê ne tabelayek bi Kurdî heye,
ne anonsek, ne jî afîşek bi Kurdî kes dibînî.
Ê ku qîmeta
zimanê xwe rind dizaniyan mirin çun, yek ji wan dapîra min Xeco bû, bila li gorna
wê de nûr bibarî. Dapîra min û dayika min ku nebûna, min jî zimanê xwe kulî ji
bir kiribu. Diya min sax e şukur. Bin tava metropolê de gulên nazenînê zimanê Qoçgîrî
diçilmisî tere, du se tayen ku min kaniye/kariye xelas kiriye bin siya dapîr û
diya xwe de xelas kiriye.
Min seba
xatirê dayik û dapîra xwe, seba xatirê mora Xwedê, bona mora Xwedê ya ku li ser
gênim de disekinî, dev ji lêgerîna xwe ya der bareyê ziman û çanda Qoçgîrî ber
neda.
Çi ku
destbera min de hat min kir. Min çi rast kiriye çi şaş kiriye nizanim. Tirsa
şaşkirinê deste meran girê dide, ew çend sal hebûn ku destên min jî girêdayî
bun. Lê axirî min ew tirsa ji ser xwe avet û ev pirtûka min temam kir. Pêvajoya
nivîsandinê de Selîm Temo min ra hevaltî kir. Ev hevaltî hevaltîkî bê buha ye,
herî qîmettir e… Mamoste Selîm ne li derdora min ba, belkî min nikarîya ku ji
tirsa xwe xelas bim.
Deynik dî jî
li ser min heye. Mazlum Doxan jî di vê rê de bu hevalekî min. Deynê ev herdu
hevalan ez nikanim bidim. Ev herdu heval giraniya barê min girtin. Min ra hêla
sivik ma. Ev barê kû mayî bû jî kek Avdilla (Abdullah Keskin) girt pişta xwe.
Lê çi
kêmanî, çi kêmasî, çi şaşî ku di pirtûkê de mane ew jî kêmasî û şaşiyên min e. Hêvîya
min ewe ku min belkî peyvek ji bîr bûne xelas kiriye, ew min ra bes e. Heta
pirtûka min a dudunî, duyemîn, niha bi xatirê we…
zimanê te genimê te be
YanıtlaSil