Çeto bira!

Seba xatirê Çetin Kılınç

Kî me hanî û danî nav Stenbolê Çeto? Em merûyên hev bûn, me nekanî bibinê hevalê di hev jî Çeto. Va bajara dinê ne merûtî dizane ne jî hevaltî Çeto. Çeto bira ez nizanim ji te re çi bibêjim? Te mirin ji kuderê derxist danî nav min û te Çeto, bira!
Em hev re seba Alîşer û Zerîfe gîriyanê lê 
me nezanî kîjan rê rêya wan e Çeto. Ev bo jiyanek serazad mirin, me bo mirinê jiyana xwe ji desten xwe avet ser sêrgûyan Çeto. Ez nayem ser mezela te Çeto. Bijangên te nûra çavê di te girtine bin kozê, min bîhîst. Ez çitan xeliyê bavêjim ser çav û can û cesedê te? Te negot emê an hev re herinê bihûşta dinê ya azad an jî hev re bimirinê, Çeto? Te çima qeziya xwe xwar Çeto bira?
Çeto bira, ez nab
êm de were. Min rind zanî, ê ku çû qet nayê. Tu dizanî Hesret çû. Cemal çû. Baba çû. Heval û hogirê di min û te çûn. Kes nehat. Em berxê di ber komekî bûn. Felekxayîn wekî gûrê har ket nav me hûr hûr tev da. Hesret çongir li dest çû. Cemal rû li ken. Ez û te mabûnê. Niha dibên te jî koça xwe bar kiriye.
Ez mam. Ten
ê. Bêkes. Va çitan hevaltiyê Çeto bira, te mirin girt paşila xwe, êşa mirinê li ser stuyê min de hişt?

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni