Mala Bê Derî
1
“Min dît du kes gorneke dikolin.”
Min dît lê negot
2
Malek bê derî
Kes nikarî têkeve
Kes nikarî derkeve
Li pêşiya dêrî ne em
Ez, tu, ew
Min dît derî lal bûbû
Ez, tu, ew
Em her sê
Wek kevirên li ser hev
Cemidîn man
Em in û ne em in
Min dît kesî em nedît
3
Em in û ne em in
Şahîd
Yen ku dijîn nikarin bibêjin
Xeliya reş li serê me
Yen ku dimirin nikarin bibînin
Min dît em kwîr bûn lal bûn
Di bin xeliyê de ma bûn
Yen ku dimirin nikarin bibînin
Şahîd
Nikare ji bîr bike
Xezal ji dest neçîrvan xelas bûye an nebûye?
Şahîd nikare bi bîr bîne
Kî xezal e kî neçîrvan e
Û xelas…
4
Şahîd nikare bi bîr bîne
Mijarek eşkere ye roj
Li bin tavek vêşartî
Tîna çermê me her sar dibe
Bin bayê bakûr
“Min dît du kes gorneke dikolin”
5
Bin bayê bakûr
Jiyan pelên xwe belav dike
Em, win, ew
Bi destên mirinê
Digihîjin hev
Min dît xewa me yek e
Xewnên me cûr be cûr
Min dît
Neçîrvan dîsa dayê pê xezal
Yadê kes tune xewna min şirove bike
Min eniya xwe dabû jûniyê xezalek
Wê porê min dialast
Min xwîna xwe vedixwar
Min dît, xewa me yek e

Yorumlar
Yorum Gönder