Mala Bê Derî
1 “Min dît du kes gorneke dikolin.” Min dît lê negot 2 Malek bê derî Kes nikarî têkeve Kes nikarî derkeve Li pêşiya dêrî ne em Ez, tu, ew Min dît derî lal bûbû Ez, tu, ew Em her sê Wek kevirên li ser hev Cemidîn man Em in û ne em in Min dît kesî em nedît 3 Em in û ne em in Şahîd Yen ku dijîn nikarin bibêjin Xeliya reş li serê me Yen ku dimirin nikarin bibînin Min dît em kwîr bûn lal bûn Di bin xeliyê de ma bûn Yen ku dimirin nikarin bibînin Şahîd Nikare ji bîr bike Xezal ji dest neçîrvan xelas bûye an nebûye? Şahîd nikare bi bîr bîne Kî xezal e kî neçîrvan e Û xelas… 4 Şahîd nikare bi bîr bîne Mijarek eşkere ye roj Li bin tavek v êşartî Tîna çermê me her sar dibe Bin bayê bakûr “Min dît du kes gorneke dikolin” 5 Bin bay ê bakûr Jiyan p e l ên xwe belav dike Em, win, ew Bi destên mirinê Digihîjin hev Min dît xewa me yek e Xewnên me cûr be cûr Min dît Neçîrvan dîsa dayê pê xez...