Guftûgo



Gotibû, “Heger welatek min hebûna min qet xwe nedisipart pirtûk û pênûs û lênûsan.” 

Gotin pirtûk çiye? 
Got, pirtûk xweliya welatê min e.

Gotin pênûs çiye?
Got, pênûs gîsin û tevir û bêrê min e. 

Gotin lênûs çiye?
Got, lênûs rûzemînê welatê min e

Gotin tu çi dinivîsî? 
Got, "Ez bi pênûsê xwe re gorneke vedidim. Hûn ê li ser kevirê gorna min binivîsin: “Xwedêyo! Tiştên ku te li ser eniya me nivîsand qet bixwe xwand?”

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni