Ziyareta di xevnek bêxew de


 

Bêhal e. Nikare li ser xwe biskine. Bes xuya dike, herd wî dêşîne. 

Zivistan e. Her der berf e. Em di qata serî ya xaniyek bilind da ne. Di cil de ramediye. Nêzik dibim. Rûyê wî wekî dergûşeke xweşik e. “Va serma min ra rind hat” dibêje, “Ez dizewicim. Spiya berfê kincê bûkê ne.”

 

Bûya wî û nane wîyê çelê rast hev hatine. Ez parîkî bi hêrs dibêjim: “Va şaşiya kê ye?” 

Dikene. Çextê ku rast xeletek dihat, dikeniya. Got, “Dev jê berde, roj ne roja pê xeletiyan ketinê ye. Here bavê min ra bibêje bila çela min paşda bavejî. Ewê berê bûya min çêbibe.”

 

Derdikevim pencereyê, xenga min li jêr, li tenga rê runiştiye. Devrûyên wê, porên wê spî bûne. Dibê, “Pir hewayek xweş e. Me hemûyan ra rind hat. Seyrê ke her tişt wekî berfê sîs û spî ye.”

 

Vedigerim. Dibişire. Li benda tişteke ye. Bawer dike ku hînê namirî. Hemîz dikim. Dibêje, “Ez serê xwe naşom da ku memirim.” Dîsa dibişire. 

 

Dengê wî di guhê min de silav dide. Dibêm qet huş nebe. 

Dibêje, “Her li cem min biskin. Qet min ji xwe dur mexin.” Dîsa dikim hemîz bikim. Nav baskên min da her piçuk dibe. Dikim paç kim, wenda dibe. 

 

Bi xof vedigerim. Ji nedîda rûyê wî yê bi nûr li hember min peyda dibe. Dibê, “Nizam çima, dinê ji min hez nekir.” Dîsa dibişire, “Gelo çima hez nekir keko, tu dizanî?”

Dikim bibêjim, “Xwedê yên ku jê pir hez dike…” Çavên xwe digire. Ez fêm dikim, ji min sûye. Dipirsim, “Çima tû zû zû nayê?”

 

Dibê, “Ezê werim. Lê tu çima nehatî heta îro?”

 

Dikim bibêm, “Ez çitan te dibîhîsim? Wiha bêdeng, bêqezî, bêheyî? Tu çitan him heyî him tuneyî?

 

Got: 

“Dema zimên bo min boriya. Qezî û deng û bêdengî û kêmasî û zêdetî, yên ku hînê li ser darê dinê ne, bo wan e. Mirin, kelepûra biratiyê ye, tuyê barê wî ji min dirêjtir bikişinî.”

 

Heşar dibim. Îsal bîst salin ku ew tune. 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni