Tama Jiyanê

Ro çû

Silavek jê ma

Bo kê ku bîhîst

 

(Îro hînê destpê nekiriye)

 

Şîrê şevê

Dimijim ez

Ji çiçikên tenêtiyê

 

(Demên nehatî kî dizane?)

 

Silava te 

Wekî keriyek sêvê ket

Ji devê kêrekî jengîn

 

(Çi tûj e tama jiyanê!)

 

Ez bi çarnîngî

Ketim pê

Ne kesek hat ne kesek dît

 

(Min bêdengiya şevê mît)

 

Di bîra min de 

Zeytûnên çavên melekekî

Diricifî

 

(Li ser lêvên min xeyalên destên te)

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni