Tava Miriyan

 

1

Ez miribûm lê mirî nebûm. 

 

Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ kim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe. Êşa dil, êşa mêjû, êşa kezeb. Hestî û çermê’d min wek cemed in; dil, mêjû û kezebê'd min tijî agirin bin berfa pîrikê da. Êşa min wek pîzota komirr tîn dide der dora xwe. Êşa miriyan tava zindiyan e. 

 

Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min, niha dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind e, qe pê nizanin. 

 

-       Li'lo qa min bi zimanê xwe gorna xwe vekir, win çima min jê derdixinin? 


2

 

Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê da fîtikek dişewite, fîtikek ku tê da tavek mirî dibiriqe. Gelo ew li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên xwe vekirine, birînên ku bi destên min hatine vekirin. 

Min nekanî ku bibêjim, birano dev ji lê gerînê berdin, ez bi şîn im. Şîna xwe nagirim na, ne şîna mirina xwe ne jî şîna jiyana xwe. Ez şîna şînê digirim. Min mirekeba reş li serê xwe da rijandiye, ez pelûg bi pelûg dimeşim. Peyvên min rêçên şîna min in. 

 

3

Bi rastî ez nikarim devê xwe vekim, paşê min dikujin. Ez nikarim bêdeng biskinim, paşê ez dimirim. 

Paşiya paşî min got, bila ew min nekujin ezê bixwe bimirim. Ez ji kuştina wana bêzar bûme. Ez belkî sê caran mirim belkî sed varan, belkî hezar... careke jî bi destên xwe bimirim.

 

4

Ro çû, tava mirîyan avêt. (Ez dizanim ku win dizanin, tav ne bo miriyan lê bo zindiyan e.) 

Dengê min zûve ji min hatibû girtin. Ez miribûm lê mirî nebûm. Min dikir rewşa xwe bibêjim lê lêvên min nediliviyan. Qezî di hindurê min da silav dida. Hindurê min wek qoxeke bê derî û pacê bû. Wekî gwîzek. Wek heba tirîyê. 

  

Zimanê min mora eniya min e, win ku dixwazin li min xinin ji eniya min de lêxinin. Ez mirî me, miriya zimanê xwe. Gorna min zimanê min e. 

 

5

Bajarê min zimanê min ra kerr e lal e.

 

Tav ne bo miriyan e lê bo zindiyan e. Yen ku ne zindî ne nikarin qala tavê bikin, nikarin der barê tavê b’axivîn. Lê tavek dî heye, ji bîranîna miriyên me di hindurê min de hil tê, tîrêjên xwe li ser bajarê min dibarîne. 

Ez dixwazim li paşila zimanê xwe da xewna xwe ya paşînî bibînim. 

Yorumlar

  1. Kurmanci iyi bilmediğim için cevirdim. Telefonum Almanca çevirdi. Son zamanlarda okuduğum en güzel metin di. Bence Almancasını bir yerde yayınlamak lazım. Yüreğinize kaleminize sağlık. Anti.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni