Kilama Sê Dem

İro: 

Teyrek diqîrrê. Li jor 
marek 
li wistî piçiye 
ser ewrên sipî 

(Demek çi nêzik e, qet nayê bîra me!) 

Duh: 

Gayek diqurriya. Li jêr 
gîsinek li sing 
bin erdên reş 

(Demek çi dûr e, qet ji bîra me naçe!) 

Sibe: 

Teyr dike bifire 
Ga dike rabe 
Mar û gîsin dikin 
Ka bidewisînin postê me, devê me bidurin bi derzî û benda xişima te. 

Tu kî yî? 
Tu dijmin î. Dijminê dema borî, dijminê dema niha û dijminê dema têyî. Tu dijmin î, li ser ewran, li bin erdê, li rûye nîştîman. Her sê der yek e bo te, her sê dem yek e. Tu dijmin î. 


De lo lo 
De lê lê

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

Öcalan’ın perspektifi ve PKK’siz Kürt ulusu