Kûrahiya Sibê
Sîs û sipî ye sîs û spî hespê mirinê Tîrêjên rojê Dav ê je ji pişta xwe Sibe çiqas dûr e Size çiqas dûr e Reş û patî ye hespê jiyanê Reşpatî Bin piyên xwe de Didewisîne Tîrêjên rojê Sibe çiqas dûr e! Di demek bêhemdî de Tora xwe digerîne felek Li wistiyên me Sibe çiqas dûr e! Xubarê stêrkan Dadiweşe Ji çavên melekek kwîr Li ser xewnên me de Sibe çiqas dûr e! Dikim Deriyê dilê xwe bigirim Bimirim bêdeng Dike Zimanê min bifetisîne Zimanê min baweriya min e Sibe çiqas kûr e!