Du Rêwî

Du rêwî li ser kaniyek ber darekî runiştibûn û çîroken xwe bi hev re digotin:

-       Min welatek dît, kes qet hiş nedibû. Ne sibe, ne danê rojê, ne êvarî, ne jî bişev kes hiş dibû. Bi nobe radiketin ku axaftina wan nebirrî. Hinek hebûn di xewên xwe de jî diaxiviyan, yen herî rêzdar ev bûn. 
Pergalên qeydê îcat kiribûn ku dengên wan qet ney birrînê. Min pirsî gelo win çima wer dikin? Tev bi hev re xeberdan, min tu tişt ji wan fam nekir û axirî teseliya min ket û ez vegeriyam hatim.


-       Min jî welatek dît, kesî qet qezîk nedikir. Te digo devê wan hatiye durandinê. Berê min wer zanî ku hemû lal in. Min çi kir çi nekir ji devê kesî qezîk derneket. Min jî tiştek ji wan fam nekir û ez jî vegeriyam hatim. 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

12 Eylül bildirisinin tam metni

15 Temmuz darbe girişimi bildirisinin tam metni