Şîna Derengmayî ya İpegê
İpeg emê çextê bimirin? Te xwe kuşt lê kî me bikujî? İpeg va xwîna te nîne ji destên me diherikî?
Kilê?
Te nameyek hîşt me ra. Bi peyvên hevrîşim. Ji dilek şikestî. Ji kezebek şewitî. Wekî navê te. Tev xwîn û hêsîr.
Ez bere mirim, paşê min nivîsî.
Lê mirov çextê dimirî İpeg?
Dijmin wê rojê ez kuştim, min bêhna xwe paşê da. Wê rojê dijmin min ra got tu bêkes î, bêxwedî yî.
Bêkes. Bêxwedî. Di dafika nekes da, got:
Min dil kir gavek bavêjim ber bi dinê ve, dinê li bin lîngên min winda bû.
İnsan ku li vê dinê bêkes ma
xerîbe wekî kevirê dora rêyan
İpeg kûl û birîna min
İpeg “ez bibim kevirê mezela te tu bibe sîpera serê min.”
Yadê min kê ra bigota kûl û birînên xwe? Min nezanî u can u cesede xwe ra got.
Yadê te ra bibejim berê wî zalimî ez kuştim, paşê we ez kuştim, paşê min xwe kuşt. Paşiya paşî min nameya xwe nivîsand ku hun min ji bîra xwe dernexinin. Min nekarî wî bikujim, min nekarî we bikujim. Min xwe kuşt.
Min xwe kuşt ku hun xelas bin.
Ez çûm. Ro çûn, şev çûn, sal çûn. Ew dijmina ma.
Dilê İpegê li me maye.
Bêsitar u bêhevî
Kî dizanî mirov çextê dimirî?
Yorumlar
Yorum Gönder