Rêwîtiya Dûr
Em hîn ê ji mal derneketibun r ê wîtiya me dest p ê kiribû. Me nedizaniya ku em diçin l ê me dest p ê çuyine kiribû. Me dîl da. Me dîl da û em rê ve ketin. Em hîn ê ji mal derneketibûn rêwîtî dest pê kir. Rêwîtiya me. Berî her tiştî zimanê me dest pê guherinê kir, tu ku dipirsî. Wekî dest pê kirina guherina axê, hewayê, agirê û avê. Me nedizaniya ku em diguherin l ê me dest pê guherinê kiribû. Li vê rê de giran giran em her yek dibûn yekî dî. Mal ê di me heldiweşiyan. Aqlê di me. Perestîşgehên me. Bîrdarên me. Bîrdarên hundirên me, derveyî me. Heldiweşiyan. Me digo gelo va reya r êkî çi xweş e! Niha, dahol ê rojan navê di me dimale ji rupelê bîran di dil de fîz û fîz in kilamê di jiyan gava ku çem ê şevê hêşa me dixendiqand me çav dikir ku êdî em bigîhîjin jiyaneke nû! em berê ji kincê di xwe xelas bûn, paşê em ji navê di xwe xelas bûn, me nedizaniya ku em ji zimanê xwe jî xelas dibin, lê me digo em ji qedera xwe xelas bin! Gotin n