Bêhal e. Nikare li ser xwe biskine. Bes xuya dike, herd wî dêşîne. Zivistan e. Her der berf e. Em di qata serî ya xaniyek bilind da ne. Di cil de ramediye. Nêzik dibim. Rûyê wî wekî dergûşeke xweşik e. “Va serma min ra rind hat” dibêje, “Ez dizewicim. Spiya berfê kincê bûkê ne.” Bûya wî û nane wîyê çelê rast hev hatine. Ez parîkî bi hêrs dibêjim: “Va şaşiya kê ye?” Dikene. Çextê ku rast xeletek dihat, dikeniya. Got, “Dev jê berde, roj ne roja pê xeletiyan ketinê ye. Here bavê min ra bibêje bila çela min paşda bavejî. Ewê berê bûya min çêbibe.” Derdikevim pencereyê, xenga min li jêr, li tenga rê runiştiye. Devrûyên wê, porên wê spî bûne. Dibê, “Pir hewayek xweş e. Me hemûyan ra rind hat. Seyrê ke her tişt wekî berfê sîs û spî ye.” Vedigerim. Dibişire. Li benda tişteke ye. Bawer dike ku hînê namirî. Hemîz dikim. Dibêje, “Ez serê xwe naşom da ku memirim.” Dîsa dibişire. Dengê wî di guhê min de silav dide. Dibêm qet huş nebe. Dibêje, “Her li cem min biskin. Qet min ji xwe dur