Kayıtlar

Ağustos, 2023 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Şîna Derengmayî ya İpegê

    İpeg emê çextê bimirin? Te xwe kuşt lê kî me bikujî? İpeg va xwîna te nîne ji destên me diherikî?  Kilê? Te nameyek hîşt me ra. Bi peyvên hevrîşim. Ji dilek şikestî. Ji kezebek şewitî. Wekî navê te. Tev xwîn û hêsîr.   Ez bere mirim, paşê min nivîsî.   Lê mirov çextê dimirî İpeg? Dijmin wê rojê ez kuştim, min bêhna xwe paşê da.  Wê rojê dijmin min ra got  tu bêkes î, bêxwedî yî.    Bêkes. Bêxwedî. Di dafika nekes da, got:  Min dil kir gavek bavêjim ber bi dinê ve, dinê li bin lîngên min winda bû.    İnsan  ku li v ê din ê b êkes ma xerîbe wekî kevir ê dora r êyan   İpeg kûl û birîna min İpeg “ez bibim kevirê mezela te tu bibe sîpera serê min.”   Yad ê min k ê ra bigota kûl û birîn ên xwe? Min nezanî u can u cesede xwe ra got.    Yadê te ra bibejim berê wî zalimî ez kuştim, paşê we ez kuştim, paşê min xwe kuşt. Paşiya paşî min nameya xwe nivîsand ku hun min ji bîra xwe dernexinin. Min nekarî wî bikujim, min nekarî we bikujim. Min xwe kuşt.  Min xwe kuşt ku hun xelas bin.    Ez çûm.