Du Rêwî
Du r ê wî li ser kaniyek ber darekî runiştibûn û çîroken xwe bi hev re digotin: - Min welatek dît, kes qet hiş nedibû. Ne sibe, ne dan ê roj ê , ne ê varî, ne jî bişev kes hiş dibû. Bi nobe radiketin ku axaftina wan nebirrî. Hinek hebûn di xew ên xwe de jî diaxiviyan, yen herî r ê zdar ev bûn. Pergal ên qeyd ê îcat kiribûn ku deng ê n wan qet ney birrîn ê . Min pirsî gelo win çima wer dikin? Tev bi hev re xeberdan, min tu tişt ji wan fam nekir û axirî teseliya min ket û ez vegeriyam hatim. - Min jî welatek dît, kesî qet qezîk nedikir. Te digo dev ê wan hatiye durandin ê . Ber ê min wer zanî ku hemû lal in. Min çi kir çi nekir ji dev ê kesî qezîk derneket. Min jî tiştek ji wan fam nekir û ez jî vegeriyam hatim.