Kilama Sê Dem
1 İro: Teyrek diqîrrê. Li jor marek li wistî piçiye ser ewrên sipî (Demek çi nêzik e, qet nayê bîra me!) 2 Duh: Gayek diqurriya. Li jêr gîsinek li sing bin erdên reş (Demek çi dûr e, qet ji bîra me naçe!) 3 Sibe: Teyr dike bifire Ga dike rabe Mar û gîsin dikin Ka bidewisînin postê me, devê me bidurin bi derzî û benda xişima te. Tu kî yî? Tu dijmin î. Dijminê dema borî, dijminê dema niha û dijminê dema têyî. Tu dijmin î, li ser ewran, li bin erdê, li rûye nîştîman. Her sê der yek e bo te, her sê dem yek e. Tu dijmin î. De lo lo De lê lê