Seba Heskîfê
Siya dinê îro çi qas giran e! Bin taveke cemidî Kûsiyê tarixê wergerandine ser piştê Heskîf nûxuriya tarixê ne bû ku îro dixendiqînin? Kanê gemiya te li kû ma Nûh? Nûh, em çima ji vê lesarê xelas bin? Ava dinê îro çi qas giran e! Dinê li me kirine aş Me dihêrin, kevirên bajarê di me dihêrin Av berdane ser qubeyan, minare dizîne Çerxek agirîn digerînin Zimane me nagere ku em bibêjin agir çiye av çiye -Ev çiye silav dide ji çiyan? -Çeqçeqa mirinê ye! -Ev çiye dibare ji êsmîn? -Xwêya hêstira me ye! Em li zimanê xwe digerin Bi zimanekî biyanî Em ji xwe direvin Bi çavên girtî Siya dinê îro çi qas giran e!