Min kir bin tavekî zûve mirî de xwe germ bikim. Çermê xwe. Hestiyên xwe. Êşa xwe. Ez niha vegeriyam hatim ji xwe helanînê. Hogir ku min jê xwast xeliyê bavêjin ser min dikin min ji vê çalê derxinin. Şunda min pir rind bû qe pê nezanîn. Wan ez derxistim. Li ser maseya otopsiyê de fîtikek dişewitî, fîtikek ku tê de tavek mirî dibiriqî. Li çi digerin? Li birînan digerin, birînên ku bi destên min hatine vekirin. Min nekanî ku bibêm bira dev ji lê gerînê berdin, ez bi şînim. Şîna xwe nagirim na, ne şîna mirina xwe ne jî şîna jiyana xwe. Ez şîna şînê digirim. Min mirekeba reş li xwe kiriye, nav pelûgan de dimeşim. Bi destekî navê xwe dinîvisim, bi desetkekî din jêdibirim. Ez nikarim devê xwe vekim, paşê min dikujin. Ez nikarim bêdeng biskinim, paşê ez dimirim. Zimanê min mor a eniya min e, win ku dixwazin li min xinin ji eniya min de lêxinin. Ez sê caran mirim, careke jî bi destên we bimirim.