Ziman û genim
26'e îlonê ez li Amedê bum. Selîm Temo, moderatoriya civîna me kir. Navê civîna me, navê konferansa me genim û ziman e, wekî hun dizanin. Du tiştên ji hev dûr in genim û ziman. Gelek dûr in. Hun ê bipirsin, ê madem ku tu van herduyan ji hev dûr dibîni te çima ew hanîn cem hev? Va pirsik ne fizûlî ye, lê bersîva vê pirsê ez jî nizanim. Hunê belkî bibên lo keko te xwe şaş kiriye, te çi li xwe kiriye? Tu berê navikî davejî holê û dibê kerem kin werin em der barê genim û ziman de biştexilin. Em rabûnê hatinê niha jî tu dibê du tişten ku navê wî konferansê de hene ew li hev nayn, nayn cem hev. Paşê dibê ka bipirsin çima cûda ne, me jî pirsî, vê gavê jî tu dibê welle ez jî bersîvê nizanim. Tu ji ber xwe de diaxivî, çi dike? Ez bersîvê nizanim, nizanim lê ew çend salin ku lê digerim. Min îsal va lêgerîna xwe bir serekî. Min ne qedand, lê bir serekî. Ez dizanim va lêgerîna min li vî serîkî jî nasekinî. Rû û Kûr di nav weşanên Avesta de derket. Niha ez ê dîsa vege