Kûrahiya Sibê
Sîs û sipî ye hespê mirinê Tîrêjên rojê Daveje ji pişta xwe Sibe çiqas dûr e! Reş û patî ye hespê jiyanê Bin piyên xwe de Didewisîne Tîrêjên rojê Sibe çiqas dûr e! Di demek bêhemdî de Torê xwe digerîne felek Li wistiyên me Sibe çiqas dûr e! Xubarê stêrkan Dadiweşe Ji çavên melekek kwîr Li ser xewnên me Sibe çiqas dûr e! Dikim Deriyê dilê xwe bigirim Bimirim bêdeng Dike Zimanê min bifetisîne Zimanê min baweriya min e Sibe çiqas kûr e!