Kûrahiya Sibê
Sîs û sipî ye hespê mirinê
Tîrêjên rojê
Daveje ji pişta xwe
Sibe çiqas dûr e!
Reş û patî ye hespê jiyanê
Bin piyên xwe de
Didewisîne
Tîrêjên rojê
Sibe çiqas dûr e!
Di demek bêhemdî de
Torê xwe digerîne felek
Li wistiyên me
Sibe çiqas dûr e!
Xubarê stêrkan
Dadiweşe
Ji çavên melekek kwîr
Li ser xewnên me
Sibe çiqas dûr e!
Dikim
Deriyê dilê xwe bigirim
Bimirim bêdeng
Dike
Zimanê min bifetisîne
Zimanê min baweriya min e
Sibe çiqas kûr e!
Yorumlar
Yorum Gönder