Şeva Neçûyî
Şevek Tenê şevek me hebû Wek her şevê Şeva ku carek din nayê Me re gotin ev bes e bo kilamek nû Kilamek bo şeva çuyî Bo şeva têyî kilamek Şeva ku qet naçe Û nayê De bistre kilê, de bistre kekê Kilam belkî kevn e lê gotina te nû be ev bes e Ku va şeva careke din nayê Roj helat Çermê me ye Roj Yek ziwa dibe dadiweşe ji ser me Yek dora laşê me digire Lê şev qet naçe Şeva dî min meyt ê xwe helanî Kes nehat ser min Pîreka çav tarî Bi kêrek tûj Çalek veda Ez ketim Wê çalê Pîrê got Zimanê te gorna te ye