Rûnivîs
Bo Selîm Temo û herdu Cemalan
1
Ez dergûşa zimanê xwe bûm, dergûşek di dergûşa zimên da. Gurifa reş xewa min dipêçîya gurifa sipî heşa min. Ez xewnek bûm di xewa dinê da. Roj û şev li rûyê dayika min da didan pê hev.
Min şîrê mangeya kadizê dimît ji çiçikên êzmîn, şîrê stêrkan ji gûsterkên şevê, şîrê lavînên serê sibê, şîrê kilamên bayê gazan.
2
Bi sîya tifingan ve ketin heyata xênî. Zarokek li ser şêmûga dêrî dilalijîya, enî bi tenî. Sal sala ar barandina çiyayêd me bû. Sala xwelî weşandina ser serê me.
Sal û zeman nema bû.
Got, “Asmen ra roz vînato.”
3
Em kirin rêyeke. Bin sîya tifingan da “Kutîyên berîya tarîxê diewtîyan.” Destara dinê li ser me fireh digerîya. Roj û şev diketin tev hev.
Di paşila zimanê xwe da ketibûm xewê, di nav tora zimaneke qurbetî da heşar bûm. Gotin, jana laş diçe êşa dil dimîne.
4
Min her dil kir binivîsim, pênûsa min jêbir.
Karê pênusê ye jêbirin.
Mirekeba mirinê ji kûzê jîyanê dirije. Rêçên temen dimîne li ser rûpelên genimî.
Kevalberek e rûyê mirov, mixa gerdûnê destnivîsa xwe lê dihêle.
Got, kî
Derzîya êşê li ser plaqa gerdûnê dizivire.
Yorumlar
Yorum Gönder