Kilamek ji Qoçgîrî
Tiyareyek hat tiyareya bê per e
Ku dipirsin ya İsmetê Kerr e
Daykê heqîba eskerê xwe bigir
Hetani Enqereyê vê ra here
Hewrê baranê têr û tijî
Giran here mirekeba cêba te dirijî
Tarifa kutana te dane min
Min zanî ku ûzbaşî û çawîş te dikujî
Bayê bakûrê hat dîwar helişand
Barî baranek herdê nekişand
Kutana ûzbaşî û çawîşan
Mala kîrivê min şewitand
(Berhevkar: Yusuf Zerî)
Yorumlar
Yorum Gönder