Guftûgo
Gotibû, “Heger welatek min hebûna min qet xwe nedisipart pirtûk û pênûs û lênûsan.”
Gotin pirtûk çiye?
Got, pirtûk xweliya welatê min e.
Gotin pênûs çiye?
Got, pênûs gîsin û tevir û bêrê min e.
Gotin lênûs çiye?
Got, lênûs rûzemînê welatê min e.
Gotin tu çi dinivîsî?
Got, "Ez bi pênûsê xwe re gorneke vedidim. Hûn ê li ser kevirê gorna min binivîsin: “Xwedêyo! Tiştên ku te li ser eniya me nivîsand qet bixwe xwand?”
Yorumlar
Yorum Gönder