Bêaramî
Em mîna masiyên girtî
Dicivinê bin siyên hevûdu
Bi hêviya xeweke xweş
Binê hewzê tije pelikên zêr û zîv
Di xewnên me de nanê bi derzî
Tora bê revîn
Ev bi tevahî dînbûn e:
Em çîtên jiyana xwe sewax dikin
Bi aqilek tarî
Aqilek hew yê me bû
Hew bi me re bû
Yorumlar
Yorum Gönder