Xwedê yo!
Sê, heft, çel! Tarî li du me Ronî li ber me Mirin ji kezeba jîyanê çav dike Her heft roj Bi tîrêjek ve girêdayî ne Çel roj e şîn a me Şahîya me tenê gavek! Ziman hewa bi xwe ye Ax û xwelî xet a min in Bi gîsin, bi tevir, bi bêr Min mirazê xwe nivîsî. Qeder a xwe. Şîn û şahîya xwe. Pênûsa min ev gîsin e Ev tevir ev bêr… Tê da hêstîrên bavê min, şîra diya min, hestîyên bapîrên min dirijin. Dinê kitebek e dive em ê bişînin Xwedê! Xwedê yo! Tiştên ku te li henîya me nivîsand qet bixwe xwend?